Çalakvana greva birçîbûnê: Bibin dengvedana berxwedana girtîgehan

Girtiya PAJK`ê ya di greva birçîbûnê de: “Berxwedana ku me li girtîgehan dest pê kiriye, bigihînin her devera cîhanê, em ê bi hev re encamên erênî bi dest bixin û bigihîjin azadî û serkeftinê.”

Girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan di girtîgehan de di 27'ê Mijdarê 42`emîn salvegera PKK'ê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Dema ku grevên birçîbûnê yên li zindanan destpê kirin hate xwestin ku bibin dengê zindanan, çalakiyên bigihînin derdorên cuda û piştgiriyê bidinê. Malbatên girtiyan bang li her kesî kirin ku dengê zarokên wan ên li hundir bibihîzin û çalakiya wan bigihînin serkeftinê.

Dayika girtiya bi navê (G.E) ya ku di 1995`an de hatiye girtin û niha di girtîgeha Gebze de tê ragirtin, diyar kir ku girtî di şert û mercên pir xirab de tên ragirtin û ew tenê heftiyê rojekê dikare bi rêya telefonê bi keça xwe re biaxive. Dayikê destnîşan kir ku girtiyan li dijî pêkanînên nedemokratîk, tecrîd û zordariya dijwar çalakî li dar xistine û got pêwîst e em bibin dengê wan da ku çalakiya wan mezin bibe.

‘BIBIN DENGVEDANA BERXWEDANÊ’

Her wiha diyar kir ku wê bi telefonê bi keça xwe re axivîbû, keça wê bang li hemû dayikên Kurd kir ku berxwedanê mezin bikin û got, “Beriya her tiştî ez silavên xwe ji hemû dayikan re dişînim. Em dixwazin di serî de dayik, her kes piştgiriyê bide berxwedana greva birçîbûnê ya ku me di şert û mercên xirab de li girtîgehan dest pê kiriye. Dengê berxwedana me bilind bikin.”

‘BI BERDEWAMKIRINA ÇALAKIYAN EM Ê RÊBER APO AZAD BIKIN’

Dayikê diyar kir ku keça wê gotiye ruxmî zilm û êşkenceya giran jî ew ê berxwedana xwe mezin bikin û li ber xwe bidin û çalakiyên xwe heya dawiyê bidomînin, ew ê bi çalakiya berxwedanê ku pêş xistine, rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bikin.”

(G.E) ku yek ji girtiyên PAJK`ê ye û di 25'ê Mijdarê de bi daxuyaniyeke nivîskî destpêkirina greva birçîbûnê ragihandibûn, destnîşan kir ku gardiyanên dewleta Tirk bi taybetî jinan hedef digirin. (G.E) bi rêya têlefonê ji dayika xwe re wiha got: “Em rastî şîdeta devkî û derûnî tên. Gardiyanan bi ser hucreyên me de girt û defter, pênûs, wêne, name û gelek tiştên me yên şexsî ji me stendin. Bi taybetî li girtîgehên jinan binpêkirinên mezin tên kirin. Pirtûkên me desteser kirin, destûrê nadin ku em pirtûkan bixwînin.”

‘BI BERXWEDANA HEVPAR EM Ê BIGIHÊJIN ENCAMÊN ERÊNÎ’

Dayikê anî ziman ku keça wê gotiye, wê çalakiya wan bi destekdayîna kesên li derve bi ser bikeve û diyar kir ku ew li benda piştgiriyê ne û wiha got: “Ez xîtabî tevahiya raya giştî dikim; 42`emîn salvegera PKK`ê li hemû gelê me pîroz be. Em bawer in ku em ê rêber APO bibînin. Berxwedana zindanan roj bi roj mezintir bibe. Divê hûn jî piştgirî bidin vê çalakiyê. Hêviya me ji derve ew e ku hûn bêtir bixebitin, dengê me li her devera cîhanê belav bikin. Heke em bi hev re li ber xwe bidin, em ê encamên erênî bi dest bixin. “

Dayikê her wiha destnîşan kir ku divê her kes bibe dengvedana vê berxwedana pîroz a ku ji hêla zarokên wan ve hatiye destpêkirin û got: “Divê hemû dayik li dijî dijmin bibin yek. Em dikarin çalakiyên ku di zindanan de hatine destpêkirin mezintir bikin û bi zarokên xwe re encamên erênî bi dest bixin û xwe bigihînin azadiyê.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din