Çalakvana greva birçîbûnê Yonca Akici şehîd bû

Yonca Akici ku di Girtîgeha Jinan a Şakranê de 29’ê Adarê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û birîndar bûbû, li nexweşxaneyê şehîd bû. Yonca Akici ji 1’ê Adarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de bû.

Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Jinan a Şakranê, Yonca Akici çalakî kiribû. Yonca Akici li li nexweşxaneyê şehîd bû.

Yonca Akici ya bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 4 sal bûn li Girtîgeha Jinan a Şakranê dima û 29’ê Adarê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek pêk anî û bi giranî birîndar bûbû.

Yonca Akici ji 1’ê Adarê ve di çalakiya grevê de bû. Yonca Akici li Nexweşxaneya Çigli ya ku bi giranî birîndar rakiribûnê, şehîd bû.

Piştî karên otopsiyê cenazeyê Yonca Akici  ber bi Agiriyê ve hate şandin.


Mijarên Din