​​​​​​​Çalakvanekî ji Siweydayê: Rêveberiya xweser rêya xilasiyê ye

Çalakvanê ji Siweydayê Şadî Ezam diyar kir ku beşeke fireh a şêniyên parêzgehê êdî di wê baweriyê de ne ku rêveberiya xweser deriyê xilasiya ji aloziyan e.

Ji demekê ve li parêzgeha Siweyda ya başûrê Sûriyê li hember rewşa jiyanî û aborî ya xirab xwepêşandan hene û ji yekşemê ve zêdetir bûne.

Hikumeta Şamê di çend rojên dawîn de biryarên hişk têkildarî kêmbûna sotemeniyê û kêmkirina saetên dayîna kehrebeyê dan.

Lê cara yekê ye ku ji destpêka xwepêşandanan ve gel êrişî qeymeqamtiya bajêr kir. Xwepêşandêran avahî şewitand û wêneyê Beşar El Esed rakirin.

Piştre endamên hikumeta Şamê li bajêr belav bûn û xwepêşandêr belav kirin. SOHR`ê destnîşan kir ku gelek xwepêşandêran ji bo piştgiriya xwepêşandanên li bajêr û şermezarkirina rewşa jiyanî li welêt, rêya Şam-Siweyda ya li nêzî gundê Hezim bi tekeran girtiye.  

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, li vê herêma başûr xwepêşandan tên lidarxistin û serhildana gel veguherî amûrek di destê ajandeyên derve de. Ji bo wê xelkê bajêr xeta sêyemîn pejirand, partiyên siyasî û hêzên xwecih ava kirin da ku hêviya gelê bajêr anku rêveberiya xweser ava bikin mîna li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ev hêviya gelê bajêr, hikumeta Şamê metirsîdar dike ku li gorî aliyên civakî û siyasî yên Siweydayê, xwest van hewldanan têk bibe. Carekê bi rêya piştgiriya komên çekdar ku tevliheviyê il bajêr derdixin û careke din bi rêya bikaranîna rewşa aborî û jiyanî li dijî şêniyan.

Aliyên civakî û siyasî yên Siweydayê, hikumeta Şamê tawanbar dikin ku destekê dide komên çekdar ên ku welatiyan direvînin û dikujin. Şêniyên bajêr jî hikumeta Şamê tawanbar dikin ku destê wê di êrişên DAIŞ`ê de heye ku sala 2018`an de pêk hatin û di encamê de herî kêm 221 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 kesên din birîndar bûn.

‘XWEPÊŞANDAN REWŞA NEBAŞ RAVE DIKIN’

Çalakvanê sivîl ê ji Siweydayê Şadî Ezam ji ANHAʹyê re axivî û diyar kir ku li ser banga gelek aliyên siyasî û sivîl ên bajêr, xelk derketin xwepêşandanê û got: "Lê vê carê, helwesta hikumeta Şamê xeteretir bû ku naxwaze mîna van xwepêşandanan dubare bibin. Di encama êrişa li ser xwepêşandêran de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kesên din jî birîndar bûn.”

Ezam diyar kir ku rewşa aborî sedema sereke ya xwepêşandanan e û destnîşan kir ji ber ku parêzgeh, herêmeke çiyayî ye tê de mazot nîn e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rewşa li bajêr, ji bajarên din tengavtir e, madeyên xwarinê li parêzgehê ji yên li Şamê bihatir in. Ev xal ji bo xelkê parêzgehê gelek girîng e. Mijara din narkotîk e ku bi awayekî plankirî nêzî vê mijarê dibin.”

Ezam wiha domand: “Beriya du mehan, xelkê parêzgehê êriş bir ser avahiya komekê û di wê avahiyê de kargeha kiptagonê dît. Ev girêdayî saziyên ewlehiyê ye. Ji ber wê xelkê aciz e. Tu çareserî di asoyan de nîn e. Ciwanên Siweydayê dixwazin koçber bibin. Ev xwepêşandan rewşa nebaş a li parêzgehê rave dike.”

‘HIKUMETA ŞAMÊ BIRYARA GURKIRINÊ DA’

Li gorî çavdêran, hikumeta Şamê bi rêbazeke din nêzî xwepêşandanan dibe. Berê xwepêşandan paşguh dikir û di dezgehên xwe yên çapemeniyê de qet behsê nedikir, lê vê carê rewş cuda ye.

Wezareta Hundirîn a hikumeta Şamê, bi daxuyaniyekê xwepêşandêr “bi kesên li dijî qanûnê” wesifandin û got “di destê gelek ji wan de çek hebûn.”

Der barê de Ezam got: “Vê carê xefik hebû ku ciwanan bixapînin. Dema erebeyeke ewlehiyê ku çekê doşka li ser bû di nava xwepêşandêran de derbas bû, şênî bi hêrs bûn û neçar man derbasî avahiya parêzgehê bibin, bi vê rêbazê wêneyan bişikînin û gelek odeyan bişewitînin.”

Ezam anî ziman ku hikumeta Şamê biryar da ku mesele bigihêje vê astê û got: "Dixwazin xelkê bitirsînin, lê ev rêbaz bi ser nakeve. Parêzgeha Siweyda tu carî natirse. Dema çeteyên DAIŞ`ê êriş kir, xelkê parêzgehê li hemberê sekinîn.”

‘LI SER VEBIJÊRKA RÊVEBERIYA XWESER NÎQAŞEKE MEZIN HEYE’

Têkildarî asoya bûyerên li Siweydayê rû didin, Ezam got: “Rewşa Siweyda ne diyar e. Tevger helwesta şêniyan rave dike. Ji ber wê  piştî bûyera kuştinê dibe ku fikrên cuda hebin.”

Ezam diyar kir ku gelek nîqaş li ser rêveberiya xweser ji aliyê xelk û ciwanên Siweydayê ve tê kirin û got: “Gelek alî êdî di wê baweriyê de ne ku rêveberiya xweser rêya xilasiyê ye. Ji ber ku êdî hebûna hikumeta Şamê li Siweydayê nemaye. Saziyên ewlehiyê westiyane, yan girêdayî hêzên Rûsya yan jî Îranê ne.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din