​​​​​​​Çalakvanên Efrînê banga piştgiriya gelê Kurd û bidawîkirina dagirkeriya Tirk kirin

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê û Endama Meclisa Kantona Efrînê bang li hemû dewlet, rêxistin û aliyên demokratîk kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker bisekinin. Her wiha êrişên Tirkiyê wekî hedefgirtin projeyên demokratîk û qirkirina gelê Kurd bi nav kir.

Ji 15`ê Hezêranê ve artêşa Tirk a dagirker êirşên xwe li dijî herêma Heftanînê dewam dike. Dewleta dagirker siyaseta qirkirina gelê Kurd dimeşîne, ku beriya niha bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiribû.

Di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re, endamê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê Evîndar Heftaro destnîşan kir ku gelê Kurd dijminahiya tu aliyan nake û got: "Ev yek di dîrokê de hatiye îspatkirin. Divê her kes di belavkirina projeya demokratîk de, piştgiriya gelê Kurd bikin."

Evîndar Heftaro di axaftina xwe de êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Em êrişêna artêşa Tirk li dijî Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Ev êriş li dijî hemû pêkhateyên li Kurdistanê ne û ne tenê li dijî gelê Kurd in."

Heftaro bang li Kurdên ku hîna bêdeng mane kir ku şiyar bin û ji bo doza xwe tevbigerin. Heftaro wiha diyar kir: "Ez bang li hemû Kurdên ku hîna di xewê de ne, dikim ku ji xewê şiyar bin û bizanibin ku dijmin hewl dide wan qir bike. Lihevkirina partiyên Kurdî di demên dawî de, îşaretê bi yekitiya Kurdî ku me xeyal dikir, dike. Li ser vê esasê hêviya gelê Kurd a serxwebûnê şîn da."

Evîndar Heftaro bi domdarî got: "Ne tenê gelê Kurd, lê belê divê hemû dewlet, rêxistin û kesayetên ku banga demokrasiyê û wekheviyê dikin li hemberî van êrişan bisekinin. Dewleta Tirk projeyên demokratîk li her derê dike hedef. Ji lewra divê em bizanibin ku hedefgirtina gelê Kurd, hedefgirtin demokrasiyê ye."

Evîndar wiha tekez kir: "Gelê Kurd dijminahiya gelê Tirkiyê nake. Lê belê hikumeta ku Tirkiyê bi rêve dibe, fitneyê dixe navbera gelê Kurd û Tirk. Lewra em bang li gelê Tirk dikin ku li dijî van siyasetan bisekinin. Kurd bang demokrasiyê dikin û projeya wan xeteriyê li ser tu kesî ava nake, lê belê ew dixwazin ku hemû gel bi hev re bi azadî û demokrasî bijîn. Ez tekez dikim ku divê em bi hev re bi biratî bijîn û hemû astengiyên li pêş wê yekê ji holê rakin. Divê hemû dewlet piştgiriya gelê Kurd bikin, ku bi hezaran di oxira aşîtî û azadiyê de bi hezaran şehîd da."

Berdevka komîteya Jinan a Meclisa Kantona Efrînê Fikret Ebdello jî wiha axivî: "Li herêma Heftanînê şerkî dijwar rû dide. Lê belê gelê Kurd li hemberî wan êrişan li ber xwe dide û vala derdixe."

Fikret wiha dewam kir: "Êrişên li dijî Heftanînê piştî dagirkirina Efrînê pêk hatin. Piştî berxwedana 58 rojan li hemberî çekên pêşketî pêk hat. Dagirkeriya dewleta Tirk gelê Efrînê bi darê zorê da koçberkirin. Niha berxwedana ji bo vegera Efrînê berdewam e. Dewleta Tirk a dagirker li gorî nexşerêya ku Erdogan belav kiriye, êrişên xwe li dijî Serêkaniyê û Girê Spî berdewam kir û destnîşan kir ku dê êrişên xwe ji Kobanê heta Dêrikê pêk bîne, da ku vîna gelê Kurd bişikîne. Lê belê gelê Kurd li hemberî êrişan li ber xwe da û planên Tirkiyê vala derxist.”

Fikret Ebdello bang li rêxistinên hiqûqî û hemû dewletan kir ku gelê Kurd ê li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û Heftanînê biparêze û êriş û komkujiyên li dijî wan rawestîne.

(cx)

ANHA


Mijarên Din