Çalakvanên mertalên zindî: Berxwedana me heta serkeftinê berdewam e

Li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, li gundê Qeremox ê Kobanê çalakiyên mertalên zindî li ser sînorê Tirkiyê berdewam dikin. Şêniyan tekez kir ku heta pêkanîna serkeftin û têkbirina dagirkeriyê dê berxwedana xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyê berdewam bikin.

Li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê çalakiyên mertalên zindî yên li hemberî sînorê Sûriye-Tirkiyê di roja xwe ya 18`mîn de berdewam in.

Di heman demê de ji 19`ê Tîrmehê de li gundê Ziyaret ê rojavayê bajarê Kobanê jî çalakiyên bi heman rengî dest pê kir û îro hatin bidawîkirin.

Di rojên dawîn de dagirkeriya Tirkiyê gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, li hemberî vê yekê çalakiyên mertalên zindî li dar dikevin.

Tirkiye bi gefên xwe re behsa dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di vê derbarê de beşdarên mertalên zindî yên li ser sînorê Tirkiyê berxwedana xwe li dijî gefên dewleta Tirkiyê tekez dikin.

Çalakiyên roja 18`emîn bi beşdariya bi sedan şênî, endam, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û partiyên siyasî bi rê ve diçe.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto di çalakiyê de axivî û got: "Em xwediyê vê xakê ne ku bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin, ji tu kesî re dernakeve ku destwerdanê lê bike, her wiha divê civaka navdewletî sînorekî ji gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deyne."

Beşdaran li hemberî sînorê Tirkiyê bi dirêjahiya sedan metreyan mertalên zindî çêkirin û sloganên "Bijî berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" berz kirin.

Çalakiyên mertalên zindî li ser sînorê Tirkiyê berdewam in û beşdar dibêjin heta bidawîkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmê dê berxwedana xwe bidomînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din