NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê şer rû dide

Çalakvanên mertalên zindî: Em ê heta dawiyê liber xwe bidin

Çalakvanên konê mertalên zindî gotin ew qebûl nakin dagikeriya Tirkiyê xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û ew ê heta dawiyê liber xwe bidin.

Di berdewama gefên Tirkiyê ku dê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û dagir bike, şêniyên herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê konê mertalên zindî li dijî dagirkeriya Tirkiyê vedan.

Şêniyên ku îro beşdarî kon bûn, ji ANHA`yê re nerazîbûna xwe ji dagirkeriya Tirkiyê nîşan dan.

Recaa Newaf Mihemed wiha got: "Piştî gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê ez beşdarî konê çalakiyê bûm, ez wek jin dibînim ji erka mine ku werim kon, em wek jin dagirkeriyê li ser xaka xwe qebûl nakin û lehengiya şehîdên me vala naçe, em ê di xeta ku di destpêka şoreşê de dimeşiyan, bimeşin."

Recaa teqez kir ku Tirkiyê bi rêya gefên xwe hewl dide careke din çeteyên DAIŞ`ê vegerîne û wiha got: "Eger em bi yek destî bisekinin, dê Tirkiyê nikaribe herêmên me dagir bike. Îro ji me tê xwestin em vê axa pîroz biparêzin ku bi saya hezaran şehîdan hate avdan."

Her wiha Hemîd Şêxmûs gefên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk di dîrokê de bi hezaran Kurd, Sûryan û Tirkmen qetil kirin, îro em hatin konê çalakiyê da ku li pêşiya van êrîşên ku armanc dike qirkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, bisekinin."

Şêxmûs binpêkirinên derheqê sivîlan de pêk tê bibîr xist û teqez kir ku rûdanên li Efrînê pêk tên paqijkirina etnîkî ye û ew mînaka herî mezin e ku dewleta Tirk hemû pêkhateyan dike armanca xwe.

Şêniyê bi navê Ebdullezîz Yûsif El-Elêwî jî gefên Tirkiyê red kirin û got: "Ji bo bersivdayîka Erdogan û gefên wî em hatin vir, em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in û kes nikare me têk bibe."

Ebdullezîz wiha domand: "Em dijî Erdogan û tang û topên wî hatin vir û bûn mertalên zindî, Erdogan Sûriyê rûxand, wî komên çete mîna DAIŞ şandin û desteka wan kir da ku welêt xerab bikin, bersiva ku QSD`ê da û DAIŞ têk bir, pir giran bû, ji ber vê yekê dixwaze tevî artêşa xwe derbas bibe, lê çarenûsa wan binketin e."

(jo)

ANHA


Mijarên Din