Çalakvanên Sûriyê: Şoreşa jinan guhertineke berbiçav di rewşa jinan de çêkir

Çalakvanên jin ên Sûriyê, gotin ew heyranên şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û teqezî bi pêwîstiya pêşxistina zanabûna civakî kir ku wekheviyê di navbera her du zaynendan de nas dike û pêk tîne.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, her tim weke yek ji şoreşên herî serkeftî tê dîtin. Ji ber ku jin bi awayekî çalak tev li lê bûn, azadî mafên xwe dayê da ku xwe di hemû aliyên siyasî, leşkerî, aborî û yên din de îsbat bike.

Têkildarî şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nêrîna çalakvanên jin ên herêmên din der barê vê şoreşê de, ajansa me hevpeyvîn bi endama Meclisa Jinan a Sûriyê Maryana Elî û çalakvana civakî ya sûrî Rebab Mîrza re çêkir.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Maryana Elî îşaret bi guhertina li ser rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûye, kir û got: “Dayînan qanûnan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve da ku jin xurttir bibin, gaveke baş e di rêya tevlêkirina jinan de bi rêjeya ji sedî 50 di navendên çêkirina biryaran, meclisên herêmî de.”

Maryana Elî diyar kir ku beşdarbûna jinan di navendên çêkirina biryaran de, ne şeklî ye lê belê ji bo xurtkirina jinan çalak e da ku mafên xwe bi rêya nûnerên xwe di wan navendan de bi dest bixin.

Maryana Elî ev li gotinên xwe zêde kir: “Gelo em jin wê kengî di hemû qadan de heta qada civakî bigihêjin vê astê ? Pêwîstiya pêvajoya heyî bi rêya qanûna jinan bi edaletê heye. Pirsa xwe dide pêş; heke em hilbijaritnên azad li dar bixin, jin tê de serxwe bûn, gtelo wê encam wekhev be? Em dê ji mijara kotayê xilas bibin?”

Maryana Elî diyar kir ku armanca jinan niha, zanakirina civakê ye ji bo ku pergala kotayê bi dawî bibe û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev pergal, ji bo mirovê azad îhanet e. Divê karê me ya pêşerojê, guheritneke giştî di hemû qadan de pêk bîne. Lê divê li ser asta civakî, pêwîstiya bi gelek xebatan heye ku em ji kota jinan xilas bibin.”

Maryana Elî di axaftina xwe de îşaret bi pêwîstiya tevlêkirina mêran di mijara pêşxistina zanabûnê têkildarî hemwelatîbûnê de kir û wiha domand: “Pêwîstiya hemwelatîbûnê, bi wekheviyeke giştî heye. Wê gelek xweş be ku têkoşîna me berdewam bike. Ez hêvî dikim ku nûnertiya jinan li herêmên din ên Sûriyê bigihêje ji sedî 50.”

`ŞOREŞA JINAN LI SER TECRUBEYÊN ZANISTÎ AVA BÛYE`

Çalakvana civakî Rebeb Mîrza destnîşan kir ku wê şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ecibandiye ye û wiha pê de çû: “Ev şoreş guhertineke berçev çêkir. Min serdana bakurê Sûriyê kir beriya aloziyê û paşguhkirina jinan bala min kişand. Lê niha nûnertiya jinan bi pêş ketiye. Ew tecrubeyeke zanistî ye. Em gelek heyrana wê şoreşê me. Ji ber tu şaristanî bê jin nîn e.”

Rebeb wiha domand: “Heke em bixwazin mînakan bidin, gelek mînak hene, ya ku Almanya piştî şerê cîhanê yê duyemîn ava kiriye jin bû. Napoleon Bonaparte di rojnivîsên xwe de dibêje jinên dergûşê bi destê xwe yê rastê dihejîne, cîhanê bi destê xwe yê çepê dihejîne. Jin, wek dayîk, hevjîn û xwişk, heke ne li rex mêr be, pêşketin pêk nayê. Ez hêvî dikim ku careke din serdana herêmê bikin da ku vê tecrubeyê ji nêz ve nas bikim.”

`BERXWEDANA JINAN LI KOBANÊ BALA MIN KIŞAND ŞOREŞA JINAN`

Rebeb Mîrza der barê tişta bala wê kişandiye şoreşê de got: “Berxwedana Kobanê ku jin tev lê bû ye, bala min kişand. Ez kêfxweş kirim. Ji ber ku jinan li hember rewşa ku dê li ser bihatiba ferzkirin; destavêtin, revandin û kuştin bi lehengî li ber xwe da.”

Rebeb Mîrza got: “Beşên herî zêde ji vî şerî zirar dîtine, jin û zarok in. Berxwedana ku jinan li Kobanê nîşan daye, roleke mezin di sivikkirina van azaran de lîst.”

Di dawiyê de Rebeb Mîrza destnîşan kir ku Sûriye bi serxwebûna xwe, hinek maf da jinan lê zordestiya civakî ya heyî, jin li herêmên din ên Sûriyê paşguh kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din