‘Çand û Siyaset" mijara semînerekê li Reqayê bû

Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê semînerek girêdayî danasîna "Çand û Siyaset" li dar xist.

Bi dehan rewşenbîr beşdarî semînerê bûn. Semîner ji aliyê Hevserokê Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen El-Mustefa ve hate dayîn.

El-Mustefa girêdana çand û polîtîka û lêgerîna fikirê siyasî ya di dirêjahiya dîrokê de pêş ket şîrove kir û diyar kir û çand ne encama berhemên şev û rojekê ye, lê belê encama kedeke mezin a jiyana zanistî û piratîkê ye.

El-Mustefa dîroka Reqa di aliyê çandê de destnîşan kir û got: "Li Reqayê 21 navendên çandê hebûn, yanî qasî 5 bajarê Sûriyê ye, Reqa paytexta çandê ya Sûriyê û kurteçîrokê ye."

Her wiha rola jin di çand û siyasetê de destnîşan kir.

Semîner bi nîqaşên beşdaran bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din