​​​​​​​Çandina sebzeyan li Amûdê: Berhemên zêde û xwetêrkirin

Bi daketina pileyên germahiyê re, cotkarên Amûdê dest bi çandin sebzeyên payîzê û zivistanê kir da ku li gel dorpêça li ser herêmê ji bikarin xwe têr bikin.

Li derdora navçeya Amûdê ya Qamişloyê ku bi xaka xwe ya şov, ava xweş ya binerd ku ji bo çandiniyê guncaw e û avhewaya xwe ya baş tê nasîn, zeviyên çandiniyê belav dibin. Kesên di navçe û gundewarên wê re derbas dibin ev zevî bala wan dikişînin.

Îsal, cotkarên herêmê dest bi çandina cureyên sebzeyan mîna îsot, bacanê reş, kartol, kelem, xes, tivir û hwd kir.

Cotkarê bi navê Weysî Ehmed Selîm û gelek karker pê re di nav 25 doniman de li rojavayê navçeya Îsayê, bi mewsimê re gelek sebzeyan çandin.

Di havînê de Weysî Selîm xiyar û bamî çandibûn û berhema wê ya berhemdar di nav sûkên navçeyê de frotin. Piştî wê, piştî nermbûna pileyên germahiyê li herêmê, dest bi çandina kelem û tivir kir.

Di payîzê de ji ber avhewa nerm dibe gelek cureyên şînkahî û sebze tên çandin mîna gêzer, baqil, şînkahiyên bi pel weke îspanax û kelem. Her wiha hin cureyên berhemên havînê jî di payîzê de têne çandin wekî bacanê sor, îsot, bacanê reş.

Têkildarî mijarê Selîm got: “Di her mewsimekê de em erdê ji bi çandina sebzeyan hazir dikin, semad û zibil direşînin. Kengî ax amade bû em dest bi çandiniyê dikin. Piştî sebze tê digihên dem demê em şînatiyên bi zirar ji nav radikin.”

Selîm wiha dewam kir: “Baxçe kenz e lê divê em tê de kar bikin û ji kar hez bikin da ku berhemê bibim. Axa herêmê ji bo çandiniyê gelek baş in, em dikarin rêgeza xwe têkirinê pêk bînin û gelek cureyên sebzeyan ji herêmê re peyda bikin.”

Selîm da zanîn ku praniya sebzeyên ku diçîne, di nav sûckên herêma Cizîrê de ji Amûdê û Qamişlo bigire heta bigihêje Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê tên frotin.

Ruxmî dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kêmbûna mezin a rêjeya ava çemê Firatê ji ber qutkirina wê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û kêmbûna ava binerd ji ber kêmbûna baranê, hîna şêniyên herêmê hewl didin rêgeza xwetêrkirinê bi rêya hilberîna xwecih pêk bînin û miqdarên herî zêde ya berheman di nav sûkan de peyda bikin.

Her wiha pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li herêmê sûdê li cotkaran jî dike. Li ser vê bingehê Weysî Selîm destnîşan kir ku xwespartina hilberandina xwecih, pêdiviyên welatiyan ên sebzeyan bi nirxên guncew peyda dike. Her wiha anîna sebzeyan ji derve û hundirê Sûriyê kêm dike ku lêçûna veguhastinê buhayê sebzeyan zêde dike.

Selîm da zanîn ku berhemên li herêmê têne çandin bi sûd in û wiha pê de çû: “Axa herêmê ji bo çandina gelek cureyên şînkahî û sebzeyan guncew e. Di çend salên dawîn de, cotkarên herêmê dest bi çandina kartolan kir.”

LI HERÊMA CIZÎRÊ ÇANDINA KARTOLAN BI SER KET

Kartol tenê li herêmên Şehba dihat çandin, lê di çend salên dawîn de, cotkarên herêma Cizîrê dest bi çandina wê kir. Ev çandinî bi ser ket û miqdarên mezin ên vê berhemê di nav sûkan de hatin firotin.

Cotkar Mihemed Seîd Îsmaîl ê ji gundê Sinciq Xelîl ê Amûdê diyar kir ku kartol ji nêzî 5 salan ve li rûberên fireh tê çandin û got: "Pêdiviya çandina kartolan bi pisporî, baldariyeke mezin û xaka şov heye."

Kartol ji sebzeyên ku di payîzê de tê çandin. Di dawiya Tebaxê de tê çandin û ji destpêka Mijdarê heta bi Sibatê ve tê çinîn.

MAZOT JI COTKARAN RE TÊ PEYDAKIRIN

Îsmaîl têkildarî çandina kartol ev agahî parve kirin: "Min hezar donim kartol di biharê de çand. Di payîzê de jî min tenê kartol di 850 doniman de çand. Ji ber mazot kêm e. Axa me şov e û ji çandiniyê re guncaw e. Lê mazota li me tê belavkirin têrê nake. Ji ber ku em zevî bi ava bîran av didin."

Li gorî Nivîsgeha Çandiniya ya Amûdê, 7 hezar û 325 donim bi sebzeyên havîn û payîzê li navçeya Amûdê hatin çandin, her wiha kartol jî li 2 hezar û 340 donimî hatiye çandin.

PLANSAZIYA ÇANDINIYÊ

Li ser xwestekên cotkaran a zêdekirina destekê endamê Gerînendetiya Berhemdayîna Şînkayê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Cizîrê Mesûd Mihemed wiha got: "Me plansaziyeke çandiniyê ya nû ji bo berhemên her du mewsiman amade kiriye û li gorî wê mazot bi hevkariya saziya sotemeniyê li cotkaran tê belavkirin."

Mihemed wiha domand: "Me ji berhemên havînê re wekî genim ji sedî 70,  baqil ji sedî 10, sebzeyên zivistanê ji sedî 2 û ji sebzeyên havînê re ji sedî 15 ji pembo re û ji sedî 3 ji sebzeyên havînê re veqetandiye."

Mihemed wiha pê de çû: "Li gorî vê rêjeyê mazot li cotkaran tê belavkirin. Her wiha em ruxsetan jî di ber çavan re derbas dikin. Li gorî kûrahiya bîr jî, mazota pêwîst tê diyarkirin."

Mesûd Mihemed diyar kir ku ew her sal li gorî pêdiviyên herêmê planên çandiniyê amade dikin û li ser çareyên ku gerînendetiyê ji cotkaran re pêşkêş kirine û li gorî wê pirsgirêka kêmbûna mazotê derbas bikin Mesûd Mihemed wiha got: "Ger cotkar bixwaze dikare rûbera sebzeyan di nava berhemên din de mîna pembo û hwd bike."

(fr)

ANHA


Mijarên Din