​​​​​​​Çandiniya garisê zer li Reqayê ji nû ve geş dibe

Li herêma Reqayê di salên dawîn de çandina garisê zer ji nû ve geş dibe û bi pêş dikeve. Lê pirsgirêka li pêşiya cotkaran tunebûna kargehên guvaştinê ye.

Li Sûriyê, garisê zer yek ji berhemên sereke ye ku piştî genim û pembo tê. Herêma Reqayê di radeya yekemîn de ye ku garisê zer lê tê çandin. Berhemê wê di sala 2011'an gihaşt 150 hezar tonan. Bi aloziya Sûriyê berhem bi awayekî mezin bi paş ket.

Garis bi du rêbazan tê çandin; rêbaza yekemîn ya beriya 2010'an ku garis bi rêya bezarê dixe bin axê. Lê ev rêbaz gelekî tov û avê xerc dike û berhema wê jî kêm e, ku di navbera 450-700 kg ji bo her donimekê berhem dide. Rêbaza din teqlîdî ye, bi vê rêbazê tov û avê kêmtir xerc dike, her wiha berhemê wê 800-1200 kg ji bo her donimekê ye.

Garis di destpêka meha tîrmehê tê çandin û di dawiya meha cotmehê heta dawiya mijdarê tê çinîn.

Di sala 2011'an de bi rûbera bi qasî 21 hezar û 694 hektar hate çandin û berhemê wê gihaşt 15 hezar tonan. Lê di salên dawî de dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê li herêmê çandina garisê zer paş ket. Sedema vê paşketinê, buhabûnê nirxê semadê, ku nirxê tonekî 900 hezar lîreyên Sûriyê derbas kir, zirarên ku gihaştine stasyon û kenalên avdanê rûbereke fireh a erdê çandiniyê ji xizmetê derket. Her wiha kargehên givaştinê ji ber topbaranê ji xizmetê derketin, sedama din jî ew e ku gelek şênî ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn.

NÎVÊ GARISÊ SÛRIYÊ JI REQAYÊ DERDIKEVE

Her çendî ku garisê zer li Sûriyê pir be jî lê kêm dimîne ji ber ku rêjeya mirîşkan jî pir e. Hewcedariya Sûriyê ya salane bi garis 2 milyon ton e. Lê berhema giştî têra rêjeya tê xwestin nake.

Li gorî gelek raporan, nîvê berhemê garis ê Sûriyê ji Reqayê derdikeve. Ji ber ku av û axa wê ji bo çandiniyê guncaw in. Di mewsimê 2009-2010'an de Saziya Giştî ya Berhemê Garis, garis ji cotkaran wernegirt.

Sala 2014'an her donimek zeviyê garis derdora 400 kîlogram berhem da. Lê beriya sala 2011'an her donimek 1000 heta 1200 kg garis derxist. Ev paşketin heta dema serweriya çeteyên DAIŞ li bajarê Reqayê û rizgarkirina wê di 20'ê Cotmeha 2017'an berdewam kir.

Piştî rizgarkirina herêmê, Meclisa Sivîl a Reqayê bi komîteya Çandinî û Avdanê dest bi restorankirina pombên avê kir û destek da cotkaran.

Ji ber xebata Meclisa Sivîl a Reqayê ya di vî warê de berhemê garis zêde bû, ku her donimek ji 400 heta 800 kg derdixe.

Li gorî cotkaran, ya ku ji bo wan dibe pirsgirêk tunebûna kargehên givaştinê ye, rêyên giştî û şaxî yên gundewarê Reqayê ji bo zuhakirina garis tijî bûne, lê ji ber barana zêde rêjeyek mezin telef bû.

Ji ber peydabûna semad û tovê baş, di sala 2019'an rûbereke berfireh bi garis hate çandin. Lê pirsgirêka tenake ya li pêşiya cotkaran tunebûna kargehên guvaştinê ye. Ji ber vê yekê piraniya cotkaran neçar dimînin ku garis wek êmê sewalan bifiroşin.

Bi saya ked û xebata Meclisa Sivîl a Reqayê herêma Reqayê vegeriya radeya yekemîn li ser asta Sûriyê di çandina garis de. Her donimek 1000 heta 1200 berhem dide.

MEWSIMA GARIS DI SALA 2020`AN DE DÊ ÇAWA BE?

Gelek pirsên girêdayî bihabûna nirxê sotemenî û destheqan di serê cotkaran de digerin. Cotkarê bi navê Ebid El-Hîlal El-Celûd  got: “Em debara xwe bi çandiniyê peyda dikin. Lê niha lêçûna wê gelek buha ye. Lêçûna çandina donimek garis 200 hezar lîreyan e. Tê texmînkirin ku rûberên çandina garis kêm bibin. Me di destpêka hefteya borî de dest bi çandina garis kir. Em hêvî dikin ku daxwazên me di ber çavan re werin derbaskirin.”

Girêdayî heman mijarê cotkarê bi navê Xelef El-Şêx got: “Komîteya Çandinî û Avdanê tedbîr girtin û piştgiriya me kir da ku ev mewsim bi ser bikeve. Divê hilberîna garis mîna genim were wergirtin. Ji ber ku em weke êma sewalan difiroşin.”

Girêdayî pirsên cotkaran hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê Ehmed El-Elî ji ANHA`yê re axivî û got: “Ji destpêka vê mehê ve me dest bi restorekirina amûra zûhakirina garis kir û dê di 85 rojan de amade bibe ji bo ku hilberîna garis pêşwazî bike. Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê wê hilberîna garis ji cotkaran werbigire ji ber ku kargeha garis dê beriya destpêkirina çinînê amade bibe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bihaya kirîna hilberînê ji cotkaran bi şêwazekê ku ji cotkaran re guncew be û bi dolar diyar bike. Her wiha dê fatoreyan bi pereyê Sûrî li gorî nirxê dolar were serfkirin.”

Di dawiyê de Ehmed El-Elî got: “Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê dê ji cotkarên ku bi Saziya Zêdekirina Tovê, semad û tov ji 4 hezar û 500 donim re pêşkêş bike. Ji bo hilberandina cureyên baş ên tov da ku di mewsima bê de li ser cotkaran belav bikin.”

Li aliyekî din dewleta Tirk kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê didomîne. Ev yek dê cotkaran li pêşberî zirarê mezin bihêle.

ANHA


Mijarên Din