Çandiniya sebzeyan li Til Hemîsê geş dibe

Ev 3 sal e li pey hev tecrubeya çandina sebzeyên havînê li gundewarên Til Hemîsê bi taybet li gundê Umeye yê 35 dikeve başûrê bajêr bi ser dikeve. Lê rûbera ku îsal hatiya çandin li gorî salên derbasbûyî firehtir e.

Şêniyên gundê Umeye yê girêdayî navçeya Til Hemîsê piştî serkeftina tecrubeya çandina sebzeyên havînê di salên borî de, îsal rûberên çandiniyê berfireh kirin. Bi taybet ji ber ku hilberîn berhemdar e û di heman demê de derfetên kar ji gundiyan re peyda dike.

Şêniyên gund di dawiya 2015`an de di nav malan de sebzeyên havînê çandin. Piştî serkeftina tecrubeyê, sebzeyan di baxçeyên biçûk de çandin û piştre rûberên wê hêdî hêdî berfireh kirin. Niha hejmara projeyan 6, rûbera her projeyekê ji 6 heya 20 donim e. Şêniyên gund di wan rûberan de sebzeyên havînê mîna bacanasor, xiyar, bacanareş, dome, zebeş, petêz(qawîn), îsot û bîvaz diçînin.  Şênî baxçeyan bi şêwaza avdana çipik-çipik û avrêyan ava didin.

Hilberîna sebzeyên havînê pêwîstiyên şêniyên gund bi cih tîne. Her wiha hilberîna zêde jî radikin sûkên navçeya Til Hemîs û bajarokên girêdayî wê. Dîsa jî ev projeyên biçûk derfetên kar ji dehan şêniyên gund re peyda dikin.

Cotkarê bi navê Xidir El-Salih ji şêniyên gundê Umeye ye ev tişt diyar kir: "Berê  tenê me sebze têra xwe diçand. Lê piştî serkeftina projeyan, me rûberên çandiniyê berfire kirin. Bi taybet piştî ku şêniyên herêmê hilberîn ji me kirîn û hilberîn pêwîstiya sûkên navçeyê ji sebzeyan anî cih."

Tevî serkeftina projeyan lê hin astengî rastî cotkarên navçeya Til Hemîsê tên jê dijwarbûna peydakirina dermanên kurmikan û mazota pêwîst ji bo avdana projeyan.

Ji ber kêmasiya dermanên çandiniyê sebze dereng şîn dibin

Ji ber kêm miqdara dermanan cotkarên gundê Umeye neçar man zêdetirî carekê zebeş biçînin. Girêdayî wê cotkar Xidir El-Salih got: "Me nikarî di dema wê de hindek cureyên sebzeyan derxînin sûkan mîna zebeş, ji ber ku kurmik di nav hilberîna de belav bû û di encamê de telef bû."

El-Salih destnîşan kir ku hilberîna xiyar û dolme ji derdora mehekê ve daxistine sûkan. Lê hilberîna bacanasor û zebeş dê bi destpêka meha Hezîranê re daxin sûkan. El-Slih ji aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser  hêvî kir ku desteka wan bi sotemenî û dermanên çandiniyê bikin û rewşa wan dem demê kontrol bikin.

Her wiha çandina kartolan (petat) li herêmê di sala borî de jî bi ser ket. Lê ji ber tunebûna tov, îsal nehatin çandin.

Tê payîn ku berhevkirina sebzeyên havînê li gundê Umeye di rojên pêşiya me de dest pê bike û dê ji sûkên navçeya Til Hemîsê re bên şandin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din