Canfedaya ku teslîmkarî red kir: Arjîn Silava

Dîroka şoreşên Kurdistanê bi têkoşer û şoreşgerên ku navên wan di rûpelên dîrokê de kolandî û di bîrê gelan de zindî mane, dagirtî ye. Jê keça Xabûrê û şehîda Til Temirê Nebîxe Xalid (Arjîn Silava) ye.

Nebîxa Xalid bi nasnav Arjîn Silava di sala 1995`an de li navçeya Til Temîr a kantona Hesekê ji dayîk bûye û di hemêza malbatek welatparêze de mezin dibe. Malbata wê di salên 90`î de tevgera azadiya Kurdistanê nas dike. Nebîxe bi cesaret û çalakbûna xwe di nav malbat û derdora xwe de tê naskirin.

Nebîxe heya asta navîn dixwîne û ji bo alîkariya malbatê dest ji xwendinê ber dide.

Nebîxe ji ciwantiya xwe ve, li gel bavê xwe di şivantiyê û nêçîra masiyan li çemê Xabûr de dixebite. Ji rewşa jiyana ya dijwar gelek tişt fêr dibe. Pirî caran wek ajokarekê dixebite da ku di veguhestina pêdiviyên cîran û malbata xwe de yên rojane alîkar be.

Nebîxe bi awayekî veşartî ji derdora xwe fêrî zimanê Kurdî dibe û bê agahiya endamên malbatê belavokên tevgera Kurdî tîne û di mal de dixwîne.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re û rizgarkirina herêmê ji Rejîma Sûriya sala 2012`an, di sala din de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ava bû û sala li pey wê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava bû. Li gelê van herdu hêzên leşkerî saziyên sivîl, rêveberî, ewlehî ji bo birêxistinkirina herêmê û parastina wê têne avakirin. Wê demê Nebîxe biryar digire ku tev li şoreşê bibe.

Nebîxe di sala 2011‘an tev li hêzên parastinê dibe û navê Arjîn Silava li xwe dike. Bi vê yekê Nebîxe tevî hevalên xwe li rex şêniyên herêmê taxên bajêr diparêze.

Bavê têkoşer Silava, Xalid dibêje ku Nebîxe dema herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li du hev dihatin rizgar kirin, digot ku ji erka wê ye tev li şoreşê bibe ku tê de rêya azadî û rûmeta xwe dibîne.

Bavê Nebîxe rê li pêşiya wê nagire û jê re dibêje ku ew bi biryara wê serbilind e.

Hevalê têkoşer Arjîn, Zagros dibêje: "Arjîn şoreş fêrî bi dehan şervanan kir. Kesayeta wê ya azad û girêdana wê bi giyana şoreşê, hişt ku bibe şoreşgerek; dizane çawa derdora xwe birêxistin bike û bi rêya perwerdeyê rastiyên ku pergalên serdest ji wan veşartine bi wan bide naskirin."

Merwan Engîzek yek ji kesên ku gavên xwe yên yekemîn bi Arjîn re di şoreşê de destpê kiriye, wiha behsa Arjîn dike: "Di perwerdekirina şervanan de kêliyek bîle ranediwestî. Bi dehan tev li hêzên parastinê dikir. Bi derdora xwe da fêrkirin ku pêşengî ew e ku mirov ji hemû astengiyan re amade be, di rêxistinkirin, perwerde û displînê de pêşeng be."

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku piştî 19`ê Tîrmehê rizgar bûne, rastî êrîşan ji tevahiya aliyan ve tên. Ya yekemîn çeteyên Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û piştre DAIŞ`ê.

Ew êrîş hebûna gelê herêmê dikirin hedef. Lê ciwanên herêmê li hemberî wan êrîşan disekinin. Arjîn tevî hevalên xwe hewl didin herêm û gelê wê ji êrîşên biparêzin. Di sala 2013`yan de Til Temir qada dibe êrîşên çeteyan.

Di 17`î Cotmeha 2013`yan de, çeteyên Cebhet El-Nusra êrîş dibin ser gundê Xerîta yê girêdayî bajarê Til Temirê. Li wir hejmarek şervanên YPG û YPJ`ê dorpêç dikin. Koma şervan Arjîn berê xwe dide eniya şer da ku hevalên xwe rizgar bike. Şervan li ber xwe didin û heya nefesa dawî şer dikin. Arjîn piştî çend rojan ji şer di 20`ê Mijdara 2013`yan de bi çalakiyek fîdayî şehîd dikeve.

Ew cenga dawiyê bû lê ne ya destpêkê bû. Arjîn tev li gelek şeran û pêngavên rizgarkirinê li Til Koçer, Yûsifiye, Til Elo, Serêkaniyê, Hesekê û bajarê wê Til Temirê dibe. Bajarê Til Temirê bû qada şerê dawîn ku Arjîn tev li bûye.

(şx)
ANHA

 


Mijarên Din