Cangoriyên azadiyê li Kobanê hatin bibîranîn

Şêniyên Kobanê cangoriyên azadiyê yên sê mehên dawî li goristana Şehîd Dîcle bi bîr anîn.

Bi merasîmekî bi heybet, bi dehan şêniyên bajarê Kobanê cangoriyên azadiyê yên her sê mehên dawî, li goristana Şehîd Dîcle bi bîr anîn.

Di merasîmê de, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî axivî û banga xwedîderketina li nirxên şehîdan kir.

Balî got: "Şehîdên me mişeleya ber bi rêya azadiyê ve ne, divê em xeta wan a ku bi xwîna xwe xêz kirine bişopînin."

Şêniyan û malbatên şehîdan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

ANHA


Mijarên Din