Çapemeniya Lubnanê: Pêşketin di diyalogên Îsraîl û Hemasê de heye

Rojnameya Exbar Lubnaniye diyar kir ku pêşketineke neyekser di diyalogên Îsraîl û tevgera Hemasê de der barê girêbesta pevguhartina dîlgirtiyan de çêbû.

Rojnameya Exbar Lubnaniye ragihand ku Îsraîlê navbeynkar li ser erêkirina mercên Hemasê agahdar kiriye û dê dîlgirtiyan berde.

Rojnameyê daxuyand ku Îsraîl li ser serbestberdana dîlgirtiyên mezin, biçûk û jinan, her wiha cenazeyan erê kiriye û ev jî wek merheleya yekemîn a agirbestê ye.

Lê li gorî rojnameyê, berpirsên tevgera Hemasê vê yekê wek pêşketineke rastîn li ser dan û standina girêbesta pevguhartinê bi Îsraîlê re, nabînin.

Rojnameya Yediot a Îsraîlê jî duh eşkere kir ku wezîrê artêşê Gantz ferman da artêşê ku xebata dîtina cenazeyên şehîdên filistînî yên li Îsraîlê spartine axê, lez bikin, ew jî bi hedefa komkirina lihevkirinê di dan û standinên bi Hemasê re li ser girêbesta pevguherîna dîlgiriyan e.

Li aliyekî din jî Rêxistina Ewlehiyê ya Îsraîlê texmîn dike ku xebata tevlêkirina Difa El-Xerbiye ya ku hikumet bi israr e destpêka meha bê pêk bîne, dê bandorê li lihevkirina girêbestê bike.

Li aliyekî din jî wezîrê artêşê yê Îsraîlê Benny Gantz gef li Hemas û Hizbullahê xwarin û wiha got: "Dê Hemas heke xwest Îsraîlê bixe testê temenekî mezin bide, her wiha dê Lubnan jî berpirsê bikaranîna Hizbullahê ya roketên li dijî Îsraîlê be."

Li gorî torên çapemeniyê yên Îsraîlê Benny Gantz wiha got: "Peymana Sedsalê ya Amerîkayê deriyekî dîrokî yê nû ji Filistîn re vekir da ku biryara redkirina wê ji nû ve lêkolîn bike.”

(fr)


Mijarên Din