Çapemeniya rejîmê: Îsraîlê herêmeke li başûrê Sûriyê kir hedefa xwe

Çapemeniya rejîma Sûriyê diyar kir ku moşekên Îsraîlê di saetên sibehê de başûrê Sûriyê kir hedefa xwe û tenê behsa zirarên madî kir.

Ajansa Sana ya rejîma Sûriyê îro sibehê ragihand: "Îsraîla dijmin di saetên piştî êvarê de Til El-Hara li bejahiya Deraayê kir hedefa xwe."

Ajansê wiha domand: "Îsraîla dijmin saet di yek û nîvê şevê de êrîşî Til El-Hara li bejahiya rojavayê Deraayê kir û di encama wê de tenê zirarên madî pêk hatin."

Hêjayî gotinê ye ku Til El-Hara herêmeke stratejîk e li parêzgeha başûrê Deraayê û ew ji Colanê ya ji aliyê Îsraîlê ve hatiye desteserkirin, xuya dike.

Îsraîlê di salên çûyî de bi sedan derbeyên esîmanî ser cihên ku dibêje yên hêzên Îran û Hizbullahê ne, pêk anîn, lê ev derbe piştî lûtkeya ewlehiyê di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê li Qudsê de zêdetir bûn, Moskovê jî soz dabû ku ew ê parastina ewlehiya Îsraîlê bike.

(jo)


Mijarên Din