Çapemeniya Rûsyayê: Balafirên Sûriye û Rûsyayê navenda civîna fermandarên El-Nusra rûxand

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê diyar kir ku balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê şevê din navenda fermandariyê ya çeteyên Cebhet El-Nusra li Idlibê dema ku civîneke fermandarên El-Nusra û komên hevkarên wê dihat kirin, rûxand. 

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê got balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê bombebaran li ser cihên komên çeteyan li Xan Şêxûn, Sefhun, Kefir Nibil, Has û balafira Teftaz li bejahiya başûrê Idlibê pêk anîn.

Her wiha da zanîn ku ev bombebaran piştî çend deqeyan ji lidarxistina civîna li balafirgeha Teftaz ku fermandarên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra ya berê) û gelek komên din beşdar dibûn, pêk hat. Navend 3 caran hate hedef girtin, her wiha cihên çeteyên Cebhe El-Nusra û navendên leşkerî ku xwe amade dikirin da ku êrîşî cihên hêzên rejîmê yên li eniyên şer bike, kirin hedefa xwe.

Ajansa Spûtnîkê ya Rûsyayê ji çavkaniyên ji hêzên rejîmê wiha ragihand: "Me zêdetirî 80 caran di 24 seatan de cihên di bin kontrola rêxistinên terorê yên çekdar li gundewarên bakurê Hemayê û başûrê Idlibê kir hedefa xwe."

Çavkanî diyar kir ku di demên dawîn de hevpeymana rawestandina şer li eniyên şer pêk hat, bi erêkirina Rûsya û Tirkiyê pêk hat, lê piştî çend seatan ji îmzekirina hevpeymanê, çeteyên li herêma bi navê "kêmkirina şer" êrîşî cihên rejîmê li herêma El-Hemîmat, Şêx Hedîd, El-Qesabiyê di navbera gundên Hema û Idlibê, kir.

Roja çarşemê wezareta parastina Rûsyayê got ku balafirên Rûsyayê cihên komên çeteyan li herêmê kirin hedefa xwe, ew yek li ser daxwaza Tirkiyê piştî ku agahî ji wan wergirt, pêk hat.

(jo)


Mijarên Din