Capital Economics: Tirkiye ber bi tengbûna aborî ve diçe

Navenda şêwirmendiya aborî Capital Economics diyar kir ku Tirkiye ber bi tengbûna aborî ve li gel dewletên dîtir ên di bazara Ewropayê de, diçe.

Koma şêwirmendiya aborî Capital Economics ku navenda wê li Londonê ye, di raporeke xwe de wiha destnîşan kir: "Aboriya Tirkiyê dibe ku bi rêjeya ji sedî 2 îsal tevî bilindbûna wê ya salane bi rêjeya ji sedî 4,3 di destpêka 2020’an de, kêm bibe."

Li gorî wê komê, dê niha zirara aborî ji ya berê zêdetir be û wiha hate destnîşankirin: "Dê berhem bi awayekî zêde di nîvê îsal de heta ku serwerî li berbelavbûna vîrusa Koronayê di demeke nêz de jî hat kirin, kêm bibe."

Capital Economics destnîşan kir ku hikumetên Tirkiyê û Ewropaya navîn ber bi girtineke giştî ve diçin, girêdayî wê jî beşên turîzmê bi berbelavbûna vîrusa Koronayê li Tirkiyê û Hirvatistan hatin rawestandin.

Capital Economics hişyarî da ku têgihîştin di vê rewşê de pir dijwar e û dibe ku bandorên xwe mezin û berevajî texmînan bin.

)fr(


Mijarên Din