Cara sêyemîn e hêzên koalîsyonê yên li Iraqê tên hedefgirtin

Baregeha Iraqê ku tê de hêzên Koalîsyona Navdewletî hene, rastî êrişên bi moşekan tên û tu agahî hê der barê windahiyan de bi dest neketine.

Şaneya Çapemeniyê ya Ewlehiya Iraqê li ser Twitterê wiha ragihand: "Duh 2 moşek li nuqteyên hêzên me yên ewlehiyê yên li baregeha Besmaya ketin ku ji zeviyên çandiniyê yên li kargehên Taboq Nehrawan hatin."

AFP’ê jî li ser çavkaniyên artêşa Iraqê daxuyand ku 2 moşek li baregeha Iraqê ku tê de hêzên koalîsyonê yên bi serkêşiya DYA û NATO’yê hene, ketin û ev êriş jî ya sêyemîn e ku di vê hefteyê de li dijî hêzên biyanî pêk tê.

AFP’ê destnîşan kir ku hêzên Spanyayê yên girêdayî koalîsyonê ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin û hêzên NATO’yê yên ku perwerdeyê didin, li Besmayê hene.

Baregeha Besmaya 60 km dûrî başûrê Bexdayê ye, her wiha tê de yekîneyên Spanyayê û hêzên Koalîsyona Navdewletî hene.

Baregeha Tac a li Bexdayê ku tê de hêzên Amerîka û Brîtanyayê hene pêncşem û şemiya borî rastî êrişan hat, di encamê de 2 leşkerên amerîkî û brîtaniyek birîndar bûn û hinên din jî di êrişa yekemîn de birîndar bûn. Her wiha di êrişa duyemîn de 2 leşkerên parastina asîmanî ya Iraqê bi giranî birîndar bûn û her wiha 3 leşkerên Amerîkayê jî birîndar bûn û rewa wan aram e.

(fr)


Mijarên Din