Cara yekem Komîteya Leşkerî ya Lîbyayê dê dan û standinê li hundirê welêt pêk bîne

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li gorî encamên kongreya Berlînê, dê cara yekem li Lîbyayê tora pêncemîn a dan û standinên Komîteya Leşkerî ya Hevpar a Lîbyayê pêk were.

Li gorî daxuyaniya şandeya navnetewî ya îro (şemî) weşandiye, Komîteya Leşkerî ya Hevpar a Lîbyayê (5 + 5) dê di navbera 2 û 4ê Mijdarê de û cara yekem tora pêncemîn a dan û standinan ku li hundirê Lîbyayê li bajarê Ghadames pêk bîne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Lîbyayê Stephanie Williams dê beşdarî dan û standinan bibe.

Beşdaran mekanîzmeya pêkanîna agirbesta daîm, avakirina komîteyên şaxê û çavdêriya pêkanîna agirbestê nîqaş kirin.

)dm)


Mijarên Din