Carek din agir bi zeviyên Til Birakê ket

Tevî şewatên ku li Girê Spî rû dane îro agir bi zeviyên gundên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo ket.  Li gel ku zêdetirî 10 km şewitîn, şewat hîna berdewam e.

Îro şewatên nû li gundewarê navçeya Til Birakê ji depoyên gundê Amir destpê kirin û di encama lezbûna bayê de ber bi bakur rojhilatê navçeyê heya gundê Til El-Zeheb belav bû.

Li gel ku di saetekê de bi 10 km şewitîn û li rexma hewldanên tîmên agirvemirandinê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û şêniyan lê agir hîn jî berdewam e.

Ji destpêka mewsima çinînê ve tîmên agirvemirandinê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û şênî ji bo vemirandina şewatan li gorî rewşa awarte xwe amade kirine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din