Careke din Deraa derdikeve pêş… gelo çi li wir diqewime?

Bajarê Deraayê careke din derdikeve pêşiya dîmenê bûyerên li Sûriyê. Ji aliyekî ve di nava xwepêşandanên gelêrî û neîstiqrara ewlehiyê, aliyek din ve hêzên Rûsiya û Îran sewqiyatên leşkerî pêk tînin. Çav  li ser başûrê Sûriyê ne. Gelo çi li wê derê diqewime?

Deraa bajarê yekê yê Sûriyê ye ku di Adara 2011`an de lê xwepêşandanan dest pê kirin. Lewra ji destpêkê ve, hikumeta Sûriyê bajar kir hedefa operasyonên xwe yên leşkerî. Hêzên hikumetê ji bo kontrolkirina başûrê Sûriyê ku komên çekdar û DAIŞ di 18`ê Hizêrana 2018`an de lê bûn, operasyoneke leşkerî bi navê "Bazilt" dest pê kir.

Rûsyayê bi çekdarên li Xuta Şamê û gundewarên Humisê re li hev kir, her wiha li Deraayê jî ku li gorî lihevkirinên Astana yên di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê di 6`ê Tîrmeha 2018`an de bi navê "herêma kêmkirina rageşiya ya 4`emîn" dihat bi navkirin, lihevkirinek pêk hat.

Ji dema îmzekirina hevpeymana lihevanînê li başûrê Sûriyê, endamên komîteyê û fermandariyên berê ku bi navê "opozisyonê" dihatin binavkirin ku ji sivîl û çekdaran pêk dihat, rastî hemleyên berfireh ên hedefgirtinê hatin û gelek ji wan hatin kuştin û revandin.

XALA HEVBEŞ A BERJEWENDIYÊN ÎSRAÎL-ÎRANÊ

Herêma başûrê Sûriyê û bi taybetî parêzgeha Deraayê bû xaleke hevbeş a berjewendiyên herêmî û navdewletî ye, nexasim ên Îran û Îsraîlê. Deraa li başûrê Sûriyê li nêzî sînorên Sûriyê-Urdunê ye û li tixûbên herêma Colanê ye ku di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye.

Cihê parêzgehê û nêzîkbûna ji Îsraîlê hişt ku bikeve navaroka planên Îran û Îsraîlê. Îran dixwaze ku li wê herêmê belav bibe da ku wekî başûrê Lubnanê baragehên dayîm ên xwe û Hizbullahê ava bike û bi vê yekê Îsraîlê zêdetir bixe dorpêçê. Heman demê de dixwaze van baragehan di demên strêsê û şer de bi kar bîne.

Îsraîl jî belavbûna Îranê li wê herêmê wekî xeterî li ser xwe dibîne û dikeve hedefa hêzeke herêmî (Îran) ku hewl dide çeka nuuklerî bi dest bixe. Her wiha  ditirse ku ev herêm veguhere herêmeke kişandina komên çekdar ên Filistînê û naxwaze ku eniyekê li Colanê veke ku ji beriya 40 salî ve aramî lê heye.

Lewra, beriya peymana lihevanînê ku di Tîrmeha 2018`an di navbera hêzên hikumetê û komên çekdar ên li başûr de pêk hat, Rûsyayê ragihand ku der barê hebûna hêzên Îranê li başûrê Sûriyê de bi Îsraîlê re gihiştiye lihevkirinekê. Wê demê Til Ebîbê ji Moskovê xwest ku Îran ji 60 heta 70 km ji herêma ku ji Mecdel Şemis heta piştî Şamê dirêj dibe û ji aliyê başûr ve ji sînorên bi Urdunê re heta Siwêdayê, paşde vekişe.

Rojnameya The Jerusalem Post a Îsraîlê di hejmara xwe ya dîroka 28`ê Gulana 2018`an de, lihevkirina Îsraîlê û Moskovê belav kir, ku li gorî lihevkirinê rê ji hikumeta Sûriyê re tê dayîn ku ji nû ve başûrê Sûriyê heta sînorên bi Îsraîlê re bi dest bixe. Lê belê rê nade Îranê û Hizbullahê ku beşdarî vê yekê bibin.

Di raporê hat destnîşankirin ku dê Îsraîl li dijî belavbûna Îranê li Sûriyê hêzê bi kar bîne. Her wiha hat diyarkirin ku dê ji bo vegerandina herêmên başûrê welêt piştgiriya hêzên Beşar El-Esed bikinû dê Îsraîl beşdarî vê operasyonê bibe û rê bide El-Esed ku serweriya giştî Sûriyê bike.

ÎRAN CAREKE DIN VEDIGERE SÊGOŞEYA MIRINÊ!

Tevî ku destpêkê hêzên Îranê vekişîn jî, lê belê vê yekê dirêj nekir. Piştî 6 mehan ji lihevkirinê hêzên Îranê careke din vegerîn herêmên başûrê Sûriyê û li sêgoşeya mirinê heta sînorên Îsraîlê û baregehên leşkerî yên hikumetê li herêma Keswê li ser rêya Şam-Qunaytîrayê ya navdewletî, belav bûn.

Derketina hêzên Îranê li Deraayê bi rêya cîhazên ewlekariya Sûriyê wekî îstixbaratên asîmanî, komên ewlekariya leşkerî û ewlekariya dewletê û bi destekdayîna furqeya 4`an, pêk hat û hebûneke fermî a Hizbullahê li herêma El-Lucat derket holê.

Li xeta sînor a li Qunaytîrayê jî, Îran li gundên Şerakis (Berîqa, Bîr Ecem) û gundên Celbel Şêx belav bûn. Her wiha mîlîsên herêmî yên ji şêniyên herêmê ava kir û malbatên endamên Îranê û Hizbullahê li gelek gundan bi cih kir.

ÎRANÊ RÛSYA DA ŞERMÊ

Vegera Îranê li başûrê Sûriyê, Rûsya da şermê. Rûsya niha bi zexta DYA û Îsraîlê hewl dide ji nû ve li herêmê bi cih bibe û hemû komên li wir di serî de Hizbullah ku Îsraîl wê wekî gefekê li dijî ewlehiya xwe ya netewî dibîne, ji Deraayê derxe. Hemû alî bang li Rûsyayê dikin ku vegera hevpeymana ku li Urdunê pêk hatiye û serweriya Îranê bi temamî li wê herêmê bi dawî bike.

SEWQIYETÊN LEŞKERÎ JI BO REJÎMÊ

Lê belê tiştê nû ku li Deraayê derdikeve, vegera navendên ewlekariyê û paşguhkirina lihevkirinên berê ye.

Li gorî çalakvanên ji herêmê, piştî ku hikumetê serweriya xwe li herêmê ferz kir, tu sozên lihevkirinê ku berpirsên ewlekariyê yên sala borî serdana parêzgehê kiribûn li ser tekez kiribûn, her wiha tekezî bi girîngiya vegerandina parêzgehê wekî berirya Adara 2011`an kiribûn, pêk neanî. Hikumetê tenê hin xebatên sînordar yên başkirina xizmetên wekî eleketrîkê, avê û hwd.. pêk anî.

Ji 5`ê Gulana îsal de piştî kuştina 9 endamên hêzên ewlekariya hundirîn li bajarokê Mizêrîb ê gundewarên Deraayê, rewşa herêmê tevlîhev bû. Hikumetê fermandarekî "Lîwa Keramê" yê bi navê Mihemed Qasim El-Sibêhî ku girêdayî “Artêşa Azad” bû, tewanbar kir. Ev yek wekî bersivdayîna kuştina lawê El-Sibêhî ku tevî kesekî din li ser rêya Ciêle-Îbteh a li gudewarên Deraayê, pêk hat.

Li ser wê yekê hêzên hikumetê sewqiyetên leşkerî yên mezin ku di nav de çekên giran, topavêj, furqeya 4`an û 9`an anî herêmê û li gundewarên rojhilat û rojavayê Deraayê belav kir. Hinek ji wan beriya çend rojan ji herêmê revîn û furqeya 9`an careke din vegeriya û hêzên xwe şand  Til Xidir, benda kontrolê ya Tabilîn û kargeha Temîn Bedir a li derdora Yadode. Şêniyên herêmê dibêjin ku ev sewqiyet bi armanca ketina bajêr hatin şandin, lewra xwepêşandanên gelêrî li başûrê welêt careke din pêk hatin.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ SERKÊŞIYA ŞEREKÎ NAVDEWLETÎ Û HERÊMÎ YÊ MEZIN DIKE

Têkildarî mijarê, şîrovekarê siyasî yê Sûriyê Ehmed El-Durizî ji ANHA’yê re axivî û got: “Şerê ku ji nîvê meha Adara 2011`an de dest pê kiriye û li piraniya xaka Sûriyê belav bûye, serkêşiya şerekî navdewletî û herêmî kir ku hemû hêzên mezin çi bi awayekî leşkerî yê yekser wekî Amerîka, Rûsya, Fransa û Brîtanya yan jî bi şêweyê piştgiriya îstixbaratê û bi awayekî siyasî wekî Almanya û piraniya dewletên Yekîtiya Ewropayê û Çînê, beşdar bûn.”

El-Durizî piştrast kir ku di vî şerî de Îran wekî hêzeke herêmî ya mezin û hevalbendê Sûriyê li dijî Tirkiyê, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Qeter, Urdunê û gelek dewletên derket pêş. Ev dîmenê giştî bandor li şerê hundirîn kir û hêza Amerîkayê ku têrî bidawîkirina şer û pêkanîna armancên wê nake, derket holê. Vê yekê bandor li hêzên herêmî yên mayî jî kir û hişt ku bi temamî ji gundewarên Şamê, Humisê û gundewarên wê vekişin û ji hin deverên Deraayê vekişin û bi navê lihevanînê hin komên çekdar û çekên xwe yên navîn li herêmê hişt."

El-Durizî di dewama axaftina xwe de wiha got: "Li gelek herêman ku Deraa jî yek ji wan e, dewletan li ser berbijarkên cuda yên siyasî û leşkerî kar kir. Li Urdunê ji nû ve Odeya Mok hat avakirin û fermana tevgera ewlekariyê ya bi şêwazê hewldanên kuştinê û şêwazê sivîl ê birêxistinkirina xwepêşandanan, hat dayîn. Ev yek nameyeke zelal ji bo Tehranê û Moskovê ye ku dûrî Şamê bikevein, şêwirmendên Îranê ji Sûriyê derxin, peywendiyên bejahî yên Îraqê û Sûriyê qut bikin û Moskov hilbijartinên serokatiyê ku tê de tu rola El-Esed ku îsrar dike Sûriyê di nava sînorên Tehran, Bexda, Şam û Beyrûtê de bihêle namîne, qebûl bike."

Şîrovekarê siyasî destnîşan kir ku siyasetên tên meşandin, gumanan bi van paytextên ku baş dizanin ku nikarin ji ber berjewendiyên hevbeş ên stratejîk û mezin girêdana bi hev re bi dawî bike, çêdike. Vê yekê hişt ku rêveberiya  dewleta Sûriyê sewqiyetên leşkerî bişîne herêmên germ li parêzgeha Deraayê û bi piştgiriyeke diyar a Rûsya û Îranê hewl dide ku  ji nûve bi temamî serweriya hemû herêman bike û berê xwe bide lihevkirineke nû ku tu rola komên çekdar tê de tune be. Her wiha dixwaze rola Amerîka û Îsraîlê li başûrê welêt bi dawî bike. Ev yek jî dikeve berjewendiyên her sê dewletan û berjewendiyên stratejîk ên bilind kûrtir dike."

(cx)

ANHA


Mijarên Din

Têkiliyên di navbera