Careke dîtir nirxê lîreyê Tirkiyê daket

Îro careke dîtir nirxê lîreyê Tirkiyê, piştî ku di destpêka Gulanê de hinekî bilind bû, daket.

Li gorî diyardeyên malpera Bloomberg a DYA’yê, îro nirxê lîreyê Tirkiyê beramberî dolar 5,7718 bû û li hember dolar bi rêjeya ji sedî 2,56 kêm bû.

Li aliyekî din jî daketina nirxê lîreyê Tirkiyê piştî îstîfakirina serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Murat Çetinkaya ku piştre li şûna wî cîgir Murat Uysal hat erkdarkirin, hat. Sedemên îstîfakirina Çetinkaya fermî nehatin eşkerekirin. Lê hin raporan îşaret pê kir ku îstîfakirin girêdayî siyaseta navendî ya Tirkiyê ye.

Aboriya Tirkiyê di rewşên dijwar re derbas dibe. Her wiha sala 2019’an gelekî bi bin ket ku ji 10 salan ve ev têkçûna aborî çênebûye. Li aliyekî din jî radeya mezinbûna darayî gihaşt ji sedî 20’an. Di heman demê de nirxê lîreyê Tirkiyê li hember dolar di sala 2018’an de nîvenîv daket.

(fr) 


Mijarên Din