‘Çareserî sîstema Netewa Demokratîk e'

Siyasetmedar Mihemed Hisên got: “Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ê projeya netewa demokratîk rêya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye û divê li Rojhilata Navîn were pêkanîn.”

Dewlweta Tirk bi tecîrda giran ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêktîne hemû pîvanên exlaqî û qanûnên navdewletî jî binpê dike.

Rexmî tecrîd û îzolasyona ku li ser Rêber Apo pêktê jî fikrên wî her ku diçe hîn bêtir ji aliyê gelan ve tê pejirandin.

Bi taybet bi Şoreşa Rojava re bi awayek eşkere diyar bû ku tekane rêya çareskirina kaosa ku sîstema kapîtalîst û netew dewlet dijî dikare bir rêbaza sîstema netewa demokratîk were çareserkirin. Ji ber wê jî her ku hate naskirin û fêmkirin ev sîstem ji aliyê gelan ve hate pejirandin. 

Derbarê nêrînên Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya wê di çareserkirina aloziya Sûriyê û krîzên Rojhilata Navîn de berpirsê Buroya Partiya Kesek a Kurdistanê ya navçeya Dirbêsiyê Mihemed Hisên ji ANHA‘yê re axivî û got divê herkes li sîstema ku Rêber Abdullah Ocalan li pêşxistiye xwedî derbikeve. 

Mihemed Hisên anî ziman ku gelên Rojhilata Navîn di nava nakokî û krîzên siyasî de de dijîn, esasê van krîzan pergelên hakim û dewletên netewperest in.

Hisên got: “Gelên herêmê têgihiştin ku ev pergal nikarin demokrasî û jiyana hevbeş pêk bînin, ji ber ku ji destpêka hatine avakirin tu xizmete pêşkêşî gel nekirine. Piştî hemû karesat û aloziyên ku pergelên netewperest afirandine projeya neteweya demokratîk hêviya tekane ya çareserkirina nakokiyên li herêmê dimîne. Em dibînin çawa Rêveberiya Xweseriya hişt ku hemû pêkhateyên herêmê bi hev re bijîn û di xendekê de xaka xwe biparêzin."

Hisên destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye rêya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye û sîwana jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan e.

Berpirsê Buroya Partiya Kesk a Kurdistanê ya navçeya Dirbêsiyê Mihemed Hisên di dawiya axaftina xwe de got, divê projeya neteweya demokartîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin li tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn were pratîkkirin.

ANHA


Mijarên Din