Çareseriyên alternatîf ji stasyona Elûk re

Sozdar Ehmed diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji qutkirina ava stasyona Elûkê tevlihevî derxist û destnîşan kir ku civîna Rûsya û dewleta Tirk bi encam nebûye û got "Em li çavkaniyên alternatîf ji stasyona Elûkê re digerin. Dê di demeke nêz de çareserî bên dîtin."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ qutkirina avê li ser bajarê Hesekê û navçeyên wê di roja 3`yemîn de, dewam dike ku avê ji stasyona Elûk ya rojhilatê Serêkaniyê digire.

Ji destpêka dagirkirina bajarê Serêkaniyê ve ev cara sêyemîn e ku dewleta dagirker û çeteyên xwe tevî peymanên ku di navbera wê û Amerîkayê ji aliyekî ve û Rûsya ji aliyekî din ve, avê ji ser bajar û navçeyên bajarê Hesekê qut dike.

Di rewşa ku herêm tê re derbas dibe û xetereya belavbûna şewba Koronayê, qutkirina avê dê keraseteke mirovî bi xwe re bîne û dê nêzî milyon û nîv kes ji avê bê par bimînin.

‘TU ENCAM JI CIVÎNAN DERNEKET Û DEWLETA TIRK RÛSYAYÊ DIXAPÎNE’

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku di 21`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker cara duyemîn ya di mehekê de av ji ser bajarê Hesekê û navçeyên wê qut kir û wiha dewam kir: "Gelek civîn di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk hatin, lê belê tu encam û mîsogerî ji bo ji nû ve xebitandina stasyonê bi xwe re neanîn."

Sozdar Ehmed wiha lê zêde kir: "Dema ku çete stasyonê vedimirînin, em tavilê dikevin tevgerê û aliyên têkildar ji bo li darxistina civînekê bi garantiya Rûsyayê, agahdar dikin. Duh civîna yekemîn pêk hat lê belê bi encam nebû. Di civînan de aliyê Tirkî soza xebitandina stasyonê dide û piştî civînê jî soza xwe pêk naîne û nahêle ku karker derbasî stasyonê bibin. Armanca Tirkiyê derxistina tevlîheviyê ye."

JI 24`Ê SIBATÊ VE LI SER PLANEKE ALTERNATÎF TÊ XEBITANDIN

Sozdar Ehmed destnîşan kir ku tevî xebitandina stasyonê ji bo demeke kin ew ji 24`ê Sibatê de planên rewşên awarte amade dikin û wiha dewam kir: "Em li çavkaniyên alternatîf ji stasyona Elûk re digerin. Me yekser li hin cihan dest bi pêkanîna hin planan kir. Dê di demeke nêz de çareserî bên dîtin. Em ê bi sahrîcan avê li şêniyan belav bikin."

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed bang li rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku stasyona Elûk ji bin serweriya dewleta Tirk û çeteyên wê derxe da ku şêniyan ji avê bê par nehêlin. Her wiha bang li şêniyan kir ku bi baldarî avê xerc bikin û ji bo pêşîlêgirtina vê keraseta mirovî ji Gerînendetiya Avê re hevkar bin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din