‘Çareya ku tê qebûlkirin, vekişîna dagirkeriyê û çeteyê wê û belavkirina hêzên girêdayî NY’yê ye’

Aldar Xelîl îşaret pê kir ku qebûlkirina wan ji agirbestê re li ser çareseriyê û ne li ser şer e û got çareserî ku niha tê qebûlkirin, vekişandina dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê û belavkirina hêzên parastina aştiyê yên girêdayî Dewletên Neteweyên Yekbûyî(NY), ye.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) li ser rûpela xwe ya tevna civakî"facebookê" nivîsek der barê agirbestê û çareseriya ku nihat tê xwestin de, belav kir.

Nivîs wiha ye:

"Hêzên Sûriye Demokartîk(QSD) tev gel bi hemû sazî û pêkhateyên xwe ve, berxwedaneke qehremanî li dijî artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê, pêk anî. Tiştê ji encama berxwedan û biryara ku gelê me ya redkirina dagirkeriyê û parçekirina Sûriyê standiye, qebûlkirina me ya qaşo însiyatîfa"agirbestê" li ser çareseriyê û ne li ser şer e. Çareseriya ku niha tê qebûlkirin, divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi xwe re DAIŞ anîne, vekişîn û ji dêvla wan hêzên parastina aştiyê yên girêdayî NY’ê bi cih bibin. Ev pêngava yekane ku herêma ewle bi ser bikeve. Ji bilî wê jî tê wateya derbkirina aramî, pêkanîna qirkirinan û rewabûna dagirkeriyê ji hêla Tirkiyê ve."

(fr)

ANHA


Mijarên Din