Çarşema Sor… Roja afrandina cîhanê ye

"Çarşem rojek fadil e, Melek Fexirdîn ji eşq û dil afirandiye. Çarşem roja bê hesabê ye û roja ku deriyên xêrê ji rohilat heya rojava vedibin. "

"Çarşem rojeke fadil e ku Melik Fexredîn ji eşiq û dil afrandiye û rihet û xeflet nas nekir, Çarşem rojeke bê hesab e, ji ber berisva wê ji ba milyaketan hatiye. Her wiha roja ku dêriyê xêra ji rojhilat heta rojava vedibe ye. "

Ev tişt di rêûrismên ola Êzidî de li ser roja Çareşema Sor hatine gotin, bi lavakirina Xwedê û spasiya Melek Tawûs temam dibe.

Tevî cudabûna rêûrismên olan lê navaroka hemûyan yek e, ew e ku hemû banga baweriya yekxweda dikin ku xaliqê vê erdê ye.

Ji ber ku gelê Êzidî çanda xwe ya olî di encama êrîşên ku rastî hatine de winda kirin, agahiyên xwe ji qisekarên olî digirin. Di axaftina `Afirandina duyayê de`  ev tişt hatiye gotin:

Xwedawendê me Înê kir esas e

Roja Şemî berê kiras e

Çarşem kir xilas e

Roja çarşema yekemîn ji meha Nîsanê li gorî roznameya rojhilat ji bo gelê Êzidî cejn e û bi navê Çarşema Sor tê naskirin yan jî seresala Êzidî. Bi rasthatina biharê re û pişkivandina gul û kulîlkên rengîn bi taybet gulanîsanê(xecxecog) cejn tê pîrozkirin. Li gorî oldaran cejnê navê xwe ji rengê gulê xacxacogan ê sor girtiye.

Hindek din jî dibêjin Êzdiyan di dirêjahiya  serdema imperetoyan de gelek xwîn rijandine.

Li gorî mîtelojiya Êzidî, dinya tarî û mij bû. Rûyê erd bi tebeqeyek qeşeyê hatibû girtin. Xwedê, Tawûsê Melek roja çarşemê şand erdê da ku erdê geş bike û jiyanê vejîn bike. Carê yekê Tawûsê Melek ji asîman dadikeve Laleşê-semtê hecê Êzidiyan. Laleş dikeve herêma Şêxan a li başûrê Kurdistanê. Tebeqeya qeşeyê bi bandora tavê helî, rûyê erdê yê rastîn xuya bû, erd bi gelek cureyên gul û kulîlkên kesk, sor û zer geş bû. Ji ber wê wek destpêka biharê tê hesibandin û navê sersala Êzidî lê kirin.

Li gorî oldaran" Heta sala 612`an beriya zayînê Kurd vê rojê wek cejnek olî pîroz dikirin. Piştî ku gelê Kurd li ser xaka Kurdistanê li dijî hovantirîn imperetoyên wê demê sekinîn û azadî bi destxistin êdî ev cejn veguherî cejnek neteweyî û olî, mînaka vê yekê di vê rojê de êrîşên împratoriyan li ser herêma Medyaya Kurdî pêk hat. Li ser vê yekê Şêx Adî kurê Misafir Hekarî yê ku wek lêvegerek olî ji Êzidiyan re tê hesibandin û gorê wî li Laleşê ye, ev tişt pejirand û ev rism vê tiştî isbat dike:

Çarşema serî Nîsanê

Şêx Adî , şêx Şems xweste dîwanê

Xwedê berê xwe dide Êzdîxanê

Ewe cejna Kurdistanê

Bi hatine cejnê re gelê Êzidî amadekariyên xwe dikin. Di vê rojê de ayînên olî yên taybet pêk tên. Êzidî berbanga sibê zû şiyar dibin û cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin. Her wiha her yek li gorî karîna xwe qurban mîna mih, karik, çêl hwd serjê dikin û deriyê malên xwe bi gul û xecxecogan dixemilînin.

Jin jî xwarinê amade dikin, ciwan jî 12 hêkên kelandî, her sê hêkan bi rengekî ji rengên werzên salê boyax dikin û wan datînin navenda malê. Hêk nîşaneya giloverbûna erdê ye. Gelê Êzidî beriya zanyarê Îtalî yê navdar Galileo bi hezaran salan zanîn ku erd gilover e. Kelandina hêkê tê wateya cemidandina erdê. Tebqeya hêkê yê derve piştî kelandinê nîşaneya helandina tebqeya qeşeyê ye li ser rûyê erdê. Boyaxkirine hêkan sembola gul û kûlîlkan e yên ku bi hatina Tawûsê Melek re vebûne, yanî bihar û bihar jî destpêka jiyanê ye.

Gelê Êzidî roja Sêşemê serdana goran dikin û jin jî bi xwe re hêk, şêranî û fêkî dibin. li goristanê di nav hev du de û li xizanan belav dikin.

Nîsan  bûka salê; di ser xwe re bûk nine

Gelek kevneşopiyên vê cejnê hene, zevî nayê ajotin, ji ber ku piraniya gul, şînatî û kulîlkan di vê mehê de dipişkivin. Her wiha zewac jî heya derbasbûna vê mehê têne taloqkirin. Tê bawerkirin ku bi anîna bûkê re di vê mehê de dê kerastê bîne serê xwediyên malê.  Li gorî baweriyan meha Nîsanê bi xwe bûk e, ji ber wê navê bûka salê bi nav kirin (nîsan  bûka salê; di ser xwe re bûk nîne).

Êzidiyên Rojava û Çarşma Sor

Êzidî li Rojava li her du kantonên Cizîr, Efrînê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê hene. Bi gelê Kurd û Suryan re li herêmên xwe şahiyên gelêrî lidardixistin. Di wan şahiyan de stran, dîlana gelêrî ji çanda Kurd û barnameyên çandî û şanoyên girêdayî ola Êzidî dihatin pêşandan.

Êzidiyên Rojava hemû rêûrismên cejnê pêk tînin, ji bilî yên ku li Laleşê navenda rohanî ya Êzidiyan pêk tên.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, li tevahiya kantonên Rojava roja cejna Çarşemê Sor wek batlaneya fermî li tevahiya saziyên fermî hate ragihandin tevî lidarxistina şahiyan û vejandina çanda cejnê.

Hevseroka Mala Êzidî ya bajarê Helebê Gulê Xezalê girêdayî mijarê wiha got: "Berê hejmara malbatên Êzidî zêdetirî hezar bû û li hindek deveran mîna Şêxmeqsûd, Biêdîn, Hiluk, Bistan Paşa, Eşrefiyê û Siryan belav bibûn. Hemû ayînên ola xwe li Heleb an jî Efrînê bi hemû olan re pîroz dikirin."

Gulê destnîşan kir ku piştî ku çeteyên dagirkeriya Tirk dest denîn ser taxên rojhilatê bajarê Helebê tevahiya tiştên wan ên pîroz hatine talankirin.

Bi destpêkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê gundên Êzidî yekser hatin hedefgirtin. Di encamê de hejmarek ji şêniyan şehîd û birîndar bûn. Ji ber tirsa dubarekirina komkujî û fermanan li ser xwe Êzidiyên Efrînê  neçar man ji Efrînê ber bi Şehbayê ve derkevin. Çeteyên dagirkeriya Tirk mazarên olî di nav de ya herî kevnar Parse Xatûn li gundê Qestel Cindo wêran kirin. Hindek dîmenên ku li ser tevna hatibûn belav kirin asta hovîtiya çeteyan li hemberî gelê Êzidî xuya kirin. Her wiha Êzidiyên ku li Efrînê mane bi darê zorê dikin misluman. Tevî talankirina tevahiya milkên Êzidiyan bi hinceta ku ji wan re helal in.

Ji bilî wê jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker peykera Zeredeşt ya ku li ber avahiya Navenda Komeleya Çandî ya Êzidî bû şikandin û navendê komeleyê şewitandin.

Gulê Xezalê dibêje ruxmî kiryarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ew nikarin ola Êzidî û ayînên wê qir bikin.

Şengal û Çarşema Sor

Piştî fermana li ser Êzidiyên Şengalê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve yên terorîst ji kuştin, revandin û destavêtina jinan, lê gelê Êzidî berxwedana li dijî wan çeteyan hilbijartin û bi alîkariya gerîlayên çiyayên Qendîl karîn Şengal ji nû ve vegerînin û teror şikandin. Niha Êzidî tevahiya rêûrismên ola xwe li Şengalê û Laleşê tevî ku DAIŞ`ê şûnwarên wan wêran kirine pêk tînin.

Îsal li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û herêma Cizîrê gelê Êzidî bi tevlibûna tevahiya pêkhate û olan cejna Çarşema Sor pîroz dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din