​​​​​​​Çavê wan li benda vegera li warê xwe ne

Azarên koçberên kampa Waşokanî bi hatina zivistanê re zêde dibin. Di vê demê de ji bilî Rêveberiya Xweser û Heyva Sor ti rêxistinên navnetewî alîkariyê nakin. Lê hêviya koçberan ew e ku li warê xwe vegerin.

Kampa Waşokanî 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê û yek ji 11 kampên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê birêveberin. Kamp ji bo koçberên herêma Serêkaniyê û gundewarê navçeya Til Temirê yên ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk  û çeteyên hatine koçberirin hatiye avakirin.

Di kampa Waşokanî de ku ferahiya wê 600 donim e zêdetirî 800 kon hene ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd ve hatin danîn.

Kamp ji gelek beşan pêk tê, jê 4 hatine amadekirin ku zêdetirî 4 hezar koçber lê hatin bicihkirin.

Dema ku mirov derbasî kampê bibe, êş û azarên li ser rûyê koçberan ên ji ber êrişên dagirkeran û zehmetiyên jiyanî, konên ku ji ber baranê di bin avê de mane, herî û zarokên bê cilên zivistanî dibîne.

Me serdana kampa Waşokanî kir û rewşa koçberan ji nêz ve şopand.

Koçberê bi navê Mihemed Hisên ê ji gundên Zirganê Serêkaniyê ye dibêje: "Em ji malên xwe hatin koçber kirin niha li vê kampê de dimînin. Rewşa me ne baş e, alavên germkirinê û mazot tinene. Wekî hûn dibînin çadir tijî ava baranê bûn.”

Tevî azarên koçberiyê lê di çav û axaftinên wan de diyar dibe ku li benda derketina dagirkeran e da ku li warê xwe vegerin. Hin koçberan gotin: "Em gihandin rewşeke ne mirovî, hatin koçberkirin, lê ya girîng warê me ye. Ferqa di navbera kesê di mala xwe de û kesê di kampê de pir mezin e. Em dixwazin bi garantiya dewletên rojavayê vegerin warê xwe, li ser vê divê destwerdanê bikin da ku aramî pêk were û em vegerin."

Koçberan diyar kirin ku li herêmê serme, birçîbûn, nexweşî û pirsgirêkên dirûnî yên zarokan hene, ji ber ku mekanîzma elaqeya bi zarokan re tinene.

Di kampê de tu xebat an endamên rêxistin û komeleyên alîkariyê, bi taybet rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, UNICEF û Xaça Sor a Sûriyê nayên dîtin. Saziyên ku alîkariyê pêşkêşî koçberan dikin girêdayî Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd alîkariyê dide.

Dema mirov derbasî kampê dibe alavên komîteyên şaredariyan ên kantona Hesekê dibîne, şaredarî zemîna kampê sererast dike û zifit dike û avşoyan û cihên avê  ava dikin.

Rojane pêla koçberiyê ya ji herêmên şer ber bi kampê ve zêde dibe.

ANHA


Mijarên Din