Çavdêr: Dan û standinên destûra Sûriyê nagihêjin tu encamê

Çavdêrên rewşa Sûriyê dibînin ku komîteya destûrê ya Sûriyê tu encamên baş ji bo gelê Sûriyê bi xwe re neanîn û dê şer bi dawî neke.

Çavdêrên sûrî dibînin ku dan û standinên bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cinêvê yên di navbera hikumeta Şamê û ‘opozîsyonê’ de ji bo amadekirina destûrekî nû, dê tu encaman bi xwe re neynin û dê şerê ku 10 sal in dewam dike, bi dawî neke.

Çavdêran ji ajansa VOA`yê re tekez kir ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku tê payîn sala pêş bên lidarxistin, dê bandoreke rasteqîn li guhertina pêşeroja welêt nekin.

‘KOÎTEYA DESTÛRÊ ARMANCÊN XWE PÊK NEANÎ’

Girêdayî mijarê, lêkolînera Meclisa Etlasî Cûmana Qedûr diyar kir ku armanca civênên komîteya destûrê ya Sûriyê yên bi sponseriya NY`yî ew bû ku bigihînin destûrekî nû, lê belê tevî ku tora 4`emîn a dan û standinan tê lidarxistin jî ew armanc pêk nehat.".

Cûmana wiha da zanîn: “Tenê sererastkirina destûrê maye, ew jî wekî çalakiyeke dan û standinên siyasî nehat qebûlkirin. Lê belê wekî diyaloga di navbera rejime û opozîsyonê li ser dozên welatîbûyînê û mijarên din ên wekî wê, tê dîtin.”

Di rojên dawîn de, li paytexta Swîsre Cinêvê tora 4`emîn a civînên komîteya destûrê ya biçûk ji bo sazkirina destûrê Sûriyê hate destpêkirin, ku ji 45 kesayetên ji hikumeta Şamê, civaka sivîl û yên girêdayî dewleta Tirk pêk tê.

Serokê Meclisa Nîştimanî ya Suryen Besam Îshaq got ew pêşbîn nake ku dan û standinên Cinêvê bi xwe re destûrekî nû bîne, ji ber ku di wan civînan de hemû beşên civaka Sûriyê nayê temsîlkirin.

Îshaq wiha got: “Armanceke baş e ku serweriya qanûnê hebe. Pirsgirêka me li Rojhilata Navîn û li Sûriyê û bi taybetî di 50 salên dawîn de ne ku di destûrê de rêz ji qanûnê re nayê girtin, lê belê ew e ku ew destûr nayê pêkanîn. Di destûrê de behsa azadiya çapemeniyê dikin. Gelo çapemeniyeke azad heye? Em destûrekî demokratîk ku di rastiyê de jî pêk bê, dixwazin.”

(cx)


Mijarên Din