Çavdêriya Mafên Mirovan banga vekirina lêpirsînekê der heqê El-Zuibî de kir

Çavdêriya Mafên Mirovan banga vekirina lêpirsînekê der heqê efserê rejîma Sûriyê yê berê Esaad El-Zuibî de kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê têkildarî daxuyaniyên Esaad El-Zuibî yên li dijî kurdan daxuyaniyek li ser malpera xwe weşand.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di daxuyaniyê de banga vekirina lêpirsînek navdewletî der heqê efserê rejîma Sûriyê yê berê Esaad Ewad El-Zuibî de kir.

Çavdêriyê got "Di daxuyaniyên El-Zuibî de nerastiya helwestên wî ya bi şoreşa Sûriyê re wek şoreşek neteweyî ji tevahiya gelê Sûriyê re diyar bû. El-Zuibî dijminatiyê, nijadperestiya xwe ya taîfî û neteweyî diyar kir û sûcên belavkirina nefertê kir. Di qanûnên navdewletî de ev yekê wek sûcek li dijî mirovahiyê disinifîne."

Çavdêriya Mafên Mirovan destnîşan kir ku bangewaziyên çavdêriyê yên hesabxwestinê ji Esaad Ewad El-Zuibî di çarçoveya kiriyarên wê yên sorkirina taîfî û agahiyên şaş yên dûrî zanista siyasî û çandî, hatin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê banga piştrastkirina rastiya agahiyên ku El-Zuibî dane kir  û got "Bê guman daxuyaniyên bi vê awayî nêzîkatiyên sûcên sorkirinê îsbat dike. Li gorî dadgeha sûcên navdewletî, sorkirina ji bo diminatiyê wek sûcek der heqê mirovahiyê de û binpêkirinek ji mafên mirov re tê hesibandin ku dighêje asta sûcek navdewletî û sûcdar tê cezkirin. Her wiha ev daxuyanî li dijî bangawaziyên Komîteya Dozgerî ya li Dijî Nijadperetiyê  ya girêdayî NY`î ye. Ev komîte li gorî peymana tunekirina nijadperestiyê kar dike û wekheviya di navbera nijadan de û binpêkirinên girêdayî nijadperestiyê belge dike. Ji giliyên di navbera dewletan de bigire heya bighêje giliyên tekekesî."

Tê destnîşankirin ku daxuyaniyên El-Zuibî der heqê gelê Kurd de rastî nerazîbûnek giştî di qada Sûriyê de hatin û hemûyan îşaret bi asta nijadperestî û zihniyeta şofenîst a El-Zuibî kirin.

(şx)


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar