Çavdêriya Mafên Mirovan: Hejmara qurbaniyan gihîşt 70 kesî

Duh hejmara qurbaniyên di encama komkujiyên ku komên çete yên dewleta Tirk, hêzên rejîmê û Rûsyayê li ser sivîlan li herêmên qaşo bêçek pêk anîn de, gihîşt 70 kesî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê li herêmên qaşo bêçek ji 30`ê meha Nîsanê ve mezintirîn komkujî belge kir. Duh di encama bombebarana asîmanî û bejahî de ku balafirên rejîmê û Rûsyayê li herêmên komên çeteyan pêk anîn û topbarana çeteyên dewleta Tirk a li ser Helebê, 70 kes bûn qurbanî.

Di encama bombebarana balafirên şer ên rejîmê ya li ser bajarokê Seraqib de ku dikeve bejahiya rojhilatê Idlibê, 47 kesî jiyana xwe ji dest da, di nav wan de 4 zarok û 4 jinên nenas hene. Her wiha di encama êrîşa asîmanî ya balafirên rejîmê li ser gundê Latmîn ê ku dikeve bejahiya bakurê Hemayê de, 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Di encama topbarana bi bermîlan a li ser bajarokê Keferroma yê başûrê Idlibê de, mêr û jinek hatin qetilkirin, her wiha di encama êrîşên asîmanî yên balafirên şer ên Rûsyayê yên li ser bajarê Kefirnibûl ê başûrê bejahiya Idlibê, şêniyekî jiyana xwe ji dest da.

Di encama teqandina bermahiyên berê yên hêzên rejîmê li gundê El-Kestîn ê girêdayî rojavayê  Cisir El-Şixûr de mêrek û hevjîna xwe û her du zarokên wan jiyana xwe ji dest da. Her wiha di encama topbarana hêzên rejîmê ya li ser rojavayê gundê Badmaya biçûk a girêdayî parêzgeha Idlibê de şêniyekî jiyana xwe ji dest da û li gundê Kefer Dail ê ku dikeve rojavayê bejahiya Helebê jî şêniyekî jiyana xwe ji dest da.

Li taxên Cemîliyê û Hemdaniyê yên bajarê Helebê ku di bin serweriya rejîmê de ne, çeteyên Tirkiyê bi moşekan 7 kes kuştin, her wiha di encama komkujiya ku çeteyan li gundê Nawûret Şeta yê di bin serweriya hêzên rejîmê de û li rojavayê bakurê bejahiya Hemayê dikeve, pêk anîn 6 şênî, di nav wan de 4 kes ji heman malbatê ne, mêrekî û her du zarokên xwe jiyana xwe ji dest da.

Rewşa 180 kesî di metirsiyê de ye

Di encama êrîşên di navbera her du aliyên dijber de, rewşa  180 kesî di nava metirsiyekê de ye, ji ber vê yekê dibe hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. Her wiha hate zanîn ku gelek kes di bin enqazan de mane.

(eh)


Mijarên Din