Çavkanî: Hikumeta Sûdanê dê di demeke nêz de ava bibe

Çavkaniyan eşkere kir ku hikumeta Sûdanê nêzî avabûnê bûye, piştî ku serokwezîr Abdullah Hemdok bi Deklarasyona Azadî û Guhertinê re li ser navên pêşniyarkirî li hev kir.

Çavkaniyekî ji komîteya hilbijartinan di Deklarasyona Azadî û Guhertinê ya Sûdanê de ji rojnameya Şerq El-Ewset re got Hemdok û Deklarasyona Guhertinê herî kêm navên 10 wezîran erê kirin da ku cihê wezîran di hikumeta demkî de bigirin, her wiha navên 5 hilbijêrên ku Hemdok li gel xwe xistin lîsteya hilbijartinan ku tê payîn rêveberên Deklarasyona Azadî û Guhertinê wan erê bike, an jî qebûl neke.

Her wiha çavkaniyeke di Deklarasyona Azadî û Guhertinê de ji Reutersê re got serokwezîr Abdullah Hemdok dê îro bi şev endamên hikumeta nû ragihîne.

Hemdok diyar kir ku ji bo ragihandina kabîneya hikumetê dîrok teqez e, her wiha da zanîn ku Yekitiya Afrîkayê dê sibe mijara cezayê ku der barê artêşê de, binirxîne.

Li gorî çavkanî ku lihevkirinek der barê navê hin kesên di wezaretê de hene, ew jî Mihemed Abdullah ji bo wezareta karên derve, Îbrahîm El-Bedewî ji bo wezareta aborî û Omer Menîs ji bo meclisa wezîran.

Serokwezîrê Sûdanê duh bi şandeyeke Deklarasyona Azadî û Guhertinê re civiya da ku dan û standinên dawîn beriya ragihandina tîma wî ya wezaretê bê ragihandin.


Mijarên Din