Çavkaniyan: Opec û Rûsya ji ber nakokiya di navbera Moskova û Riyad civîna sibe pêşde xistin

Çavkaniyên ji Opec gotin rêxistinê û Rûsya civîna ku dihat payîn roja Duşemê lidar ketiba, heta demek ne diyar pêşde xistin. Li gel bilindbûna asta nakokiyê di navbera Moskova û Riyadê de girêdayî hilweşîna bihayên petrolê.

Ruxmî zextên serokê Amerîka Donald Turmp ji bo ku Opec ş hevalbendên wê(opec+) aramiyek bi lez di sûkên petrolê ya cîhanê de çêbikin, lê civîn hate pêşdexistin.

Sê çavkaniyan ji Opecê nexwestin navên xwe eşkere bikin ragihandin ku civîna awareta dihat payîn di duşemê de lidar ketiba,dibe ku di 8 an jî di 9`ê Nîsanê de lidar keve.

Lê çavkaniyan di demek pêş de asta girîngiya nakokiya di navbera Siûdî Arabistan û Rûsyayê de kêm kir. got atomsferên heyî hîna erênî ne ruxmî ku heta niha reşpelika lihevkirinekê tune ye.

Çavkaniyek ragihand ku pirsgirêka destpêkê ew e ku divê Opec asta hilberînê ya heyî kêm bike. ne ku vegere asta beriya aloziyê û wiha domand: doza din jî divê Amerîka rola xwe bilîze.

Opec+ hewl dide asta hilberînê ya petrolê bi rêjeya ji sedî 10 yan jî rojane 10 milyon bermîl kêm bike. Ji ber wê ji dewletên endam tevî Amerîka kedên cîhanî tê xwestin.

Bihayên petrolê di 30`yê Adarê de ji ber paşketina asta daxwazê ji ber tedbîrên ku li dijî Koronavîrûsê hatine girtin, di 18 salan de gihaştin asta herî kêm. Her wiha ji ber ku Opec û hilberînerên din bi serkêşiya Rûsya  bi binketin û nikarîn peymana berê ya girêdayî bendên hilberînê yak u di 31`yê Adarê de dirêj bike. tevî ku tê zanîn ku Washington heta niha tev li vê kedê nebûye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din