Çavkaniyekî Lîbyayî: Sirte dibe navenda meclisa hikumeta nû

Çavkaniyek di parlamantoya Lîbyayê de eşkere kir ku lihevkirineke li ser avakirina hêzeke hevbeş ji fermandarên polis û artêşê yên ji herêmên Berqa, Fezan û Terablusê hate avakirin da ku Sirte û Cefrayê biparêze.

Çavkanîyê destnîşan kir ku tê payîn ku Sirte bibe baregeha meclisa serokî ya nû û hikumeta nû.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihandibû ku bi hevkariya cîgirê Fayiz El-Serac, nûnerê herêma rojava û herêmên din, komîteyek ji bo rêvebirina dahatên petrolê hate avakirin.

Ragihandina berdewamkirina hilbirîna petrolê û derxistina wê ya ji aliyê fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter gaveke ber bi kêmkirina azarên welatiyan ve hat, hikumeta Terablusê ev gav red kir û wekî nîşaneyekê li pêşiya xeta siyasî bi nav kir.


Mijarên Din