Çavkaniyekî leşkerî kontrolkirina Seraqibê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve, derewand

Çavkaniyekî leşkerî yê rûsî îro ragihand ku raporên ku behs pê tê kirin ku çeteyên Tirkiyê bajarê Seraqib ê stratejîk ê bejahiya Idlibê kontrol kiriye, ne rast in.

Ajansên rûsî li ser zimanê çavkaniyê leşkerî got: "Hêzên hikumeta Sûriyê bersiva êrişên çekdaran ên li ser bajarê Seraqibê da. Bajar bi temanî di bin kontrola hêzên hikumeta Sûriyê de ye."

Çeteyan şevê din îdia kir ku wan bajarê Seraqib kontrol kiriye û dîmen belav kirin û ragihandin ku ew dîmen ji nava bajarê Seraqibê bi xwe ne.

Rejîma Sûriyê bi destekdayîna hêzên Rûsyayê di destpêka vê mehê de bajarê Seraqib kontrol kir.

(kc)

 


Mijarên Din