Çavkaniyên dîplomatîk: Macron gefa ferzkirina cezayan li hêzên siyasî yên Lubnanê xwar

Hin çavkaniyan eşkere kir ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gef li kesayetên Lubnanê xwariye û 3 hefte dem ji wan re diyar kiriye da ku bigihêjin lihevkirinek siyasî ya nû.

Li gorî toreya Erebiye, çavkaniyên dîplomatîk da zanîn ku Macron 3 hefte ji hêzên siyasî yên Lubnanê re diyar kiriye da ku bigihêjin lihevkirineke siyasî ya nû.

Çavkaniayn îdia kir ku Macron gefa ferzkirina cezayan ne tenê li dijî kesayetên şîe lê belê li dijî kesayetên xiristiyan û sunnî jî xwariye û piştrast kiriye ku dewlet û rêxistinên navdewletî yên ku tev li Kongreya Parîsê bûne, soza dayîna 253 milyar euro daye.

Her wiha daxuyaniya kongreya online ya ji bo Lubnanê hatibû lidarxistin, banga pêkanîna lêpirsîneke pêbawer û serbixwe girêdayî sedemên teqîna Beyrûtê kir.


Mijarên Din