Çavkaniyên herêmî: Balafiran nuqteyeke çavdêriyê ya Tirkiyê bombebaran kir

Çavkaniyên herêmî ragihand ku balafirên şer ên rejîma Sûriyê yan jî yên Rûsyayê nuqteyeke çavdêriyê ya dewleta Tirk li herêma Şêr Mexar a bejahiya rojavayê Hemayê bombebaran kir.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku bomebebaran bi awayekî yekser li ser nuqteya Tirkiyê hate kirin.

12 nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li Sûriyê hene.

Bombebaran di demekê de pêk hat ku çarenûsa nuqteya 9`emîn a li Morkê ya bejahiya bakurê Hemayê ne diyar e.

Bombebaran piştî rojekê ji hevdîtina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li paytexta Rûsyayê Moskovê, pêk hat.

(bx)

ANHA


Mijarên Din