Çavkaniyên ji Efrînê: Artêşa Tirk dikanên sivîlan desteser dikin

Çavkaniyên ji hundirê bajarê Efrînê ya ku artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, ragihand ku komên artêşa Tirk a dagirker rêzebinpêkirinên li dijî gelê sivîl ê bajar berdewam dikin û niha jî dikanên sivîlan desteser dikin.

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihand ku komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker Kurdan ji dikanên wan derdixin û desteser dikin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyê bi navê Ebû Elî yê ji koma Feyleq El-Rehman li herêma Sîna ya bajarê Efrînê dikanên welatiyan desteser dike û paşê digire, di heman demê de madeyên di dikanan de wek milkên xwe û çeteyên xwe dibîne.

Welatiyên Kurd ên ji dikanên xwe hatine qewitandin û kel û pelên wan hatin dizîn, heke bixwazin dikanên xwe ji nû ve vekin, divê kirê bibin çeteyê bi navê Ebû Elî.

Çavkaniyan parve kir ku hejmarek ji dikanan li kesên artêşa Tirk li Efrînê bi cih kirine û ji herêmên Sûriyê û derdorê hatine, belav kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê piştî ku bi deh hezaran sivîl koçber kirin, li dijî şêniyên li navenda bajar talan û revandinê pêk tînin û paşê beramberî serbestberdana wan fidyeyê dixwazin û diziyê pêk tînin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji 18 Adara 2018`an ve bajarê Efrînê dagir kiriye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din