Li gorî çavkaniyan, piştî ku Îsraîlê lihevkirinên bi sponseriya navneteweyî pêk neanî û asta dorpêça li ser Xezayê ku ev 14 sal e dewam dike, sivik nekir û nehişt ku madeyên ji bo vîruda koronayê (Covid-19) derbas bibin, komên filistînî rê da komên girêdayî xwe ku fişarê li ser sînor bi kar bînin.
Di demek berê de dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê gotibû Misir tevgera Hemas a li Xezayê agahdar kiriye ku Îsraîlê amûrên tenduristiyê derbasî Xezayê nake, di nav de amûrên taybet ji bo nexweşên vîrusa koronayê.
Li gorî malpera ‘Mafzakî Raem2 a Îsraîlê, hêzên îstixbaratê ya Misirê Hemas agahdar kiriye ku Îsraîl derbasbûna amûrên tenduristiyê bi vegera leşkerên wê yên ku Hemasê dîl girtine, girê dide. Hemas jî serbestberdana wan red dike.
Malperên herêmî yên Filistînê jî da zanîn ku Hemas ji navbeynkaran xwestiye ku zextê li Îsraîlê bikin da ku 40 amûrên nefeskişandinê derbasî Xezayê bike. Hemasê hefteyek da navbeynkaran da ku daxwazên wê pêk bînin.
(şx)