Çavkaniyên rojavayî piştrast kir ku desthilatdarên Siûdiyê ferdên malbata melekî girtin

Çavkaniyan ji AFP’ê re ragihand ku desthilatdarên Erebistana Siûdiyê 3 ferdên ji malbata melekî (seltenet) girtin ku bi tawanbariya hewldanên derbeyê bi hedefa rakirina mîr Mihemed Bîn Selman ê hakimê welat, pêk hatiye.

Li gorî çavakniyên AFP’ê, pasdarên melekî duh birayê qral Selman; mîr Ehmed Bin Abdulezîr El-Siûd û kurê birayê qralê hakimê berê mîr Mihemed Bin Nayif ji malên wan bi tawana pêkanîna hewldanên derbeyê bi hedefa rakirina hakimê niha, girtin.

Li gorî berpirsên ku navên xwe diyar nekirine, birayekî mîr Mihemed Bin Nayif, mîr Newaf Bîn Nayif jî hat girtin.

Berpirsekî rojavayî li ser zimanê çavkaniyên hundirê hikumeta Erebistana Siûdiyê got 2 leşker û 2 berpirsên Wezareta Hundirîn jî bi tawanbariya piştevaniya wan, hatin girtin. Her wiha bi vê pêngava girtinê re tu kes nikare bibe hevrikê ku bigihîje kursiya melekiyê.

Ev girtin bû sedema pirsên der barê tenduristiya qral Selman (84) de û îhtîmal e ku Mihemed Bîn Selman di nêztirîn demê de şûna wî bigire. Lê belê çavkaniyekî nêzî rêveberên Erebistana Siûdî ji AFP’ê re piştrast kir ku "tenduristiya qral baş e."

Çavkanî got qral li ser van rûdanan hakim e, her wiha destnîşan kir ku operasyona paqijkirinê piştî reftarên neyînî ji her du mîran derketin, pêk hat.

Rojnameya Wall Street Journal a amerîkî di demeke berê de ragihandibû ku her du mîr Ehmed Bîn Abdulezîz û Mihemed Bîn Nayif ku berê bernamzetên desthilatê bûn, girtiyên muebed in û ihtîmal e bên darvekirin.

(fr)


Mijarên Din