Çavkaniyên taybet ji ANHA`yê re: Komîteya destûrê ‘Peymana Adana’ nîqaş dike

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re eşkere kirin ku di gera 5`an a civînên qaşo komîteya destûrê de “Peymana Adana” a di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de hatiye nîqaşkirin.

Duh li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cinêvê li gel dûrxistina nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê, gera 5`an a danûstandinên “komîteya destûrê” ya di navbera nûnerên hikumeta Şamê û komên girêdayî dewleta Tirk de, destpê kiribû.

Desteya danûstandinan destnîşan kir ku tê payîn ev gera civînan heta 29`ê Çileyê dewam bike û rojane 2 rûniştin pêk bên. Rûniştin ji aliyê nûnerê NY`yî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen ve tên birêvebirin.

Çavkaniyên taybet ku bi beşdarên civînê re di peywendiyên de ne, ji ajansa me (ANHA) re eşkere kirin ku beşdarên rûniştina duyemîn a xebatên roja yekemîn a civînê, “Peymana Adana” ku sala 1998`an di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de hatibû îmzekirin, nîqaş kirine.

Çavkaniyan daxuyand ku destpêkê şandeya “desteya danûstandinan” ku piraniya endamên wên girêdayî dewleta Tirk in û li gorî wê biryaran didin, mijar pêşniyar kiriye.

Çavkaniyan her wiha dan zanîn ku piştî wê nîqaşên li ser peymana Adanayê hatin kirin, ku ev yek ji çarçoveya xebatên komîteya destûrê derdikeve, berovajî ku ji gelê Sûriyê re nîşan didin ku nîqaşên li ser destûr, azadî, welatîbûn û mafan tên kirin.

 “Peymana Adana” a di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de, sala 1998`an li dijî gelê Kurd li Sûriyê ku wekî “terorîst” hatin binavkirin, pêk hat. Peyman di bin gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Sûriyê de, pêk hat.

Çavkaniyan destnîşan kir ku şandeya “civaka sivîl” jî di nava axaftinên xwe de behsa “Erebbûnê” kiriye, ku ev yek wekî dûrxistina gelên ne Ereb ên Sûriyê tê hesibandin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din