​​​​​​​Çavên wê li rêya vegera kurê wê ye

​​​​​​​Çeteyên DAIŞ`ê di êrişên li ser kantona Kobanê de kurê  Zerge Hec Elî,  Kanîwar revandin. Ruxmî ku 6 sal li ser wê bûyerê derbas bûn, lê çavên dayîka Kanîwar li ser rêya vegera kurê xwe.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirtin, di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşî kantona Kobanê kirin. Di wê demê de gelek sivîl kuştin, revandin û talan kirin. Ji nav kesên ku ji hêla çeteyan ve hate revandin Kanîwar Kerio yê astengdar e.

Kanîwar 30 salî ye û jidayîkbûnê ve ji destê xwe yê rast astengdar e. Ji ber wê dema çeteyan êriş kirin, gundên Kobanê û beşên mezin ji bajêr dagir kirin. Kanîwar nekarî ji malê  derkeve û çeteyan ew revand.

Zerge Hec Elî (72) dayîka Kanîwar e. Ev 6 salin li benda kurê xwe ye. Zerge dibêje: "Dema çete derbasî gundê me bûn,  kurê min girtin. Wê demê ez ne li Sûriyê bûm. Tevî 300 şêniyên herêmê me xwe gihand sînorên Tirkiyê. Çeteyan ne tenê Kanîwar, 6 kesên din ji xizmên me ji gundê Îtowîran girtin. Ew komên çeteyan bi qanûnên navneteweyî îtîraf nakin. Kesek ji malbatê nikarî li Kanîwar bigire yan jî pirs bike li ku derê ye."

Meh û sal derbas bûn, lê Zerga hîna li bendê ye ku çaranûsa kurê xwe bizane. Niha li mala keça xwe dimîne. Her roj çavê dayîkê li benda vegera kurê wê ye.

Zerga wiha pê de çû: “Kanîwar ne endamê tu partiyek an jî tevgerek siyasî bû. Çek jî ranekiribû. Ew bi alîkariya malbat û dostan dijiya, ji ber astengdar bû nedikerî karekî jî bike.” Zerga diyar kir ku Kanîwar asta navîn xilas kiriye, ji çand û zanabûnê hez dikir. Dayîk bi hesret got: "Ev 6 sal in me ti agahiyek girêdayî wî nebihîst. Em nizanin bê çeteyan pê çi kiriye."

Hêzên Sûriya Demokratîk  DAIŞ têk bir. DAIŞ çû û kurê wê nehat. Dayîk bi hêvî ye ku rojekê kurê xwe bibîne û azarên rojên beyî wî derbas kirine jibîr bike.

Çîrokên sûcên hovane yên çeteyên DAIŞ`ê li dijî sivîlan bidawî nabin. Bi sedan şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla çeteyan ve hatin revandin. Tevî ku Hêzên Sûriya Demokratîk çete tekbirin, lê çaranûsa kesên hatine revandin hîna ne diyar e û heta niha nehatine dîtin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din