Cejna Ekîto li Tirbespiyê û Til Temir hate pîrozkirin

Li navçeyên Tirbespiyê û Til Temirê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan, Sersala Babiliyan (Cejna Ekîto) hate pîrozkirin.

Bi dirûşmeya "Şaristaniya me ya duh em ê her roj bi pê re bijin, da ku Sûriyeya pêşerojê ava bikin" îro bi sedan Suryan, Astur û Kildaniyên kantona Qamişlo bi şaniyekê Sersala Asuriyan "Cejna Ekîto" ya 6769 li gundê yê girêdayî  navçeya Tirbespiyê pîroz kirin.

Di şaniyê de pêkhateyên Kurd û Ereb ên gund, şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyek ji Kongreya Star, Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis, Hêzên Asayîş û Sotoro û endam û rêveberên saziyên Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Rêvebirê Partiya Yekîtiya Suryan a navçeya Tirbespiyê Adulehed Gewriyê, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebd û endamê Meclisa Netewî a Bên Nehrên Îşûa Gewriyê axivîn.

Kesên axivîn, Cejna Ekîto li Suryan, Asur û Kilan pîroz kirin û hêvî kirin ku hemû gelên Rojhilata Navîn di nava aramî û aştî de bijîn.

Di axaftinan de hata gotin ku gelê Mezopotamyayê cejên buharan pîroz dikin, jê Cejna Newrozê ku dikeve 21‘ê Adarê û Cejna Akîto ya dikeve 1‘ê Nîsanê ne û gotin, ev cejnan vejandina buhar û rihê mirovahiyê nîşan dide.

Qisekaran bal kişandin ku bi saya fedekariya hemû pêkhateyan "Kurd, Ereb û Suryan" û hevgirtina wan a di bin bangê Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk de şêniyên Bakurê Sûriyê şahî û cejnên xwe bi kêfxweşî û di nava aramiyê de pîroz dikin.

Piştî axaftinan, koma Yerthosa ya dîlanên folklorî û koma El-Keşafiyê El-Nihasiyê ya mûzikê berhemên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi govendan bi dawî bû.

HESEKÊ

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi heman munasebetê, Partiya Demokratîk a Asûrî şahiyek li kluba Qidîse ya dêra Qidîsa Mereym El-Ezra li dar xist.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo, hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso, hevseroka MSD`ê Emîne Umer, berpirsê Têkiliyên Dereve ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim, şandeyek ji Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi sedan şêniyên navçeya Til Temir û hêzên leşkerî tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de berpirsê Buroya Partiya Demokratîk a Asurî ya Til Temirê Şemon Kako axivî û Sersala Asuriyan pîroz kir.

Kako wiha domand: "Em cejna Ekîto li gel serkeftina leşkerî li dijî DAIŞ`ê pîroz dikin. Hêviya mezin ew e ku serkeftina mezin bi tunekirina şaneyên veşartî pêk were."

Di dawiyê de Kako hêvî kir ku sala nû ya Asuriya bibe sala aştî û geşbûna Sûriyê.

Di pîrozbahiyê de, Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîna Umer cejna Ekîto li gelê Asûr û malbatên şehîdan pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala aştî û aramiya tevahî Sûriyê.

Emîna Umer anî ziman ku ev cejn di heman demê de ku QSD‘ê, rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê ya ku bibû bela serê cîhanê şikand, pêk hat û da zanîn ku hemû pêkhateyên Sûriyê bi îradeyekê DAIŞ têk birin.

Hevseroka MSD‘ê Emîna Umer her wiha got: "Pêvajoya herî zehmet bi serkeftî bi encam bû. Lê pêvajoya bê girîng e û ji ya derbasbûyî ne hêsantir be. ji ber vê yekê divê em li dora Rêveberiya Xweser kom bibin û baldar bin."

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo axivî û sersala nû ya Asurî li neteweya Asur pîroz kirin û ev tişt anî ziman: "DAIŞ bi dawî bû, wekî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê em bi hev re çanda jiyana hevbeş û biratiya gelan û destkeftiyên ku bi xwîna şeîhdan biparêzin û Sûriyeke ne navendî û azad ava bikin."

Paşê peyamên pîrozbahiyê yên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî yên herêmê hatin xwendin.

Koma Etra ya govenda gelêrî ya Asurî ya girêdayî Partiya Demokratîk a Asurî berhemên xwe pêşkêş kirin û şahî bi gerandina xelekên govendê yên Asurî bi dawî bû.

(eh/şx)

ANHA


Mijarên Din