​​​​​​​Cemal Şêx Baqî: Operasyonên QSD`ê di dema guncaw de pêk hatin

Sekreterê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî da zanîn ku ew destekê didin operasyonên QSD’ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û got "Ji mafê hêzan e ku di çarçoveya parastina rewa de xwe û gelê xwe biparêzin."

Duh Navenda Ragihandinê ya QSD`ê rêzeçalakiyên li dijî artêşa Tirk eşkere kirin ku di encamê de 23 leşkerên Tirk hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Têkildarî mijarê sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî (PDKS) Cemal Şêx Baqî bi rêya telefonê ji ajansê me re got: "Pêdiviya van operasyonan heye û di demeke guncaw de hatin lidarxistin. Ji mafê QSD’ê ye ku di çarçoveya parastina rewa de herêmê û gelê xwe biparêze."

Ev rêzeçalakî, piştî ku gelek caran artêşa Tirk a dagirker fermandarên QSD`ê û sivîl kirin armanc, pêk hatin.

Piştî bi rojekê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hempîşeyê xwe yê dewleta Tirk Recep Teyyîp Erdogan re civiya, artêşa Tirk 6`ê Tebaxê bi balafirên bêmirov êrişî herêma Sîna ya Qamişloyê kir û 2 zarok şehîd bûn. 

Şêx Baqî bang li partî û hêzên siyasî û civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û hêzên hewl didin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, destekê bidin QSD`ê.

Şêx Baqî anî ziman ku dê PDKS di çarçoveya parastina rewa de her tim piştevaniya QSD`ê û pêkhateyên herêmê bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din