Cemîl Bayik ji Washîngton Postê re nivîsî: Em ê di aştiyê de rol bilîzin

Bayik ji Washîngton Postê re nivîsî: Eger em mijara pirsgirêka Kurd çareser bikin, em dikarin di pêşxistina demokrasî, aramî û aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn de rolek diyarker bilîzin. Nexasim dewleta Tirk vê red dike.

Hevserokê KCK’ê  Cemîl Bayik ji bo Rojnameya Washîngton Postê nivîsek nivîsî. Bayik di nivîsa xwe de ev got: “Ji bo Kurdan û Tirkan di warê aştiyê de pêvajoyeke gelekî girîng e. Em heba neberdin.”

Nivîsa bayik wiha ye: “Di şerê navbera Kurdan û dewleta Tirk de rû didin di qonaxeke krîtîk de ne. Ji bo lihevnekirineke demek dirêj e didome fersendeke ya çareseriyê li pêşiya me ne. Dema ku me ev fersend ji dest da, di warê jenerasyonê de dibe carekî din bi dest nekeve.

Kurd ji sala 1923’an ve ji avakirina Komara Tirkiyeyê ve ji bo mafê welatîbûyînê bê nasîn têkoşînê dike. Her tim rû bi rû yê zext û cihêtiyê hatiye. Ji bo di warê siyasî de pêşveçûn pêk werin, di nava hewldana 30 salî ya bê necamgir de, ji derveyî têkoşîna çekdarî ti rêyek din nemabû. Bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistan a sala 1978’an, di sala 1984’an de şerê gerîla destpê kir. Dewleta Tirk ji bo vê têkoşîna me têk bibe, îslamiya siyasî û nîjatperestiyê bikar tîne, partiya me ji destpêkê ve daxwaza azadiyê ji bo hemû etnîk û baweriyan xwestiye.

Tirkan sala 1999’an bi desteka DYE’yê bi operasyonekê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Kenyayê dîl girt. Nêzî 20 sal in bi tena serê xwe li Gireva Îmraliyê bi cezayê heta hetayî tê ragirtin.

Bi dîlgirtin û girtina Ocalan re Partiya Edalet û Pêşketinê (AKP) bi lîderiya Recep Tayyîp Erdogan xurt bû, di hemna demê de pêk hat. Erdogan û partiya wê dema ku qala demokrasî, mafê mirovan û edaletê dikirin, desteka gel girtin pişt xwe. Lê dema çend sal derbasbû, dema li ser Pirsgirêka Kurd pirs dihatin kirin, Erdogan digot: “Eger di derheqê wî de nefikirî, ew nîne.”

Lê dîsa jî heye, ji ber ku Erdogan jî neçar ma ku vê erê bike. Ji bo li gel hikûmetê bi niyeteke qenc muzakere bike, agirbest jî di nav de gelek hewldan hate kirin.  Partiya desthilat her demê aştî li gorî dem û rewşa polîtîk ber xwe ve biriye.

2012’an PKK, tevî hemû astengiyên mezin agirbestek hate kirin. PKK hemû polîs û mehmûrên girtibûn azad kirin, hevrêyên me dest bi vekişînê kirin. Vê rewşê ji bo muzakereyê bingeh çêkiri.

28’ê Sibata 2015’an piştî hevdîtina 2 salan dom kir û şûnde, nûnerên Kurd û dewletaTirk gihiştin rêkeftineke ku hêviyê ji bo aştiyê pêk bîne. Lê Erdogan dema dît ku ev yek wê bi kêrî hilbijartina AKP’ê nehatiba, carekî din serî li şer da.

Civînên rêkûpêk ên di nava Rêber Ocalan û nûnerên dewleta Tirk de dihatin kirin bi dawî bûn. Şer ji şerê berê hê bihêztir destpê kir. Tank û balafirên şer bi dehan  bajarên Kurdan wêran kirin. Artêşa Tirk jin, zarok, kal jî di nav de bi sedan sivîl qetilkirin. Hêzên ewlekariyê rê nedan ku malbat cenazeyên zarokên xwe bigirin.

Carekî din dewleta Tirk hewl daye ku derbekî mirinê li gelê Kurd bide. Partiya desthilat AKP’ê ji bo nîjatperestî û cîhadî zêdekirina xeteriya jiyana sivîl û demokrasiyê, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê xeteriye.

Erdogan êdî şoreşa demokratîk a Kurdan a li Sûriyeyê û têkibirina dewleta Îslamî, ji bo polîtîkaya kurd û desthilata xwe ya otorîter a dewleta Tirkiyeyê weke tehdît dibîne. Rêxistina me daxwaza azadiya gelên Sûriye û demokratîkbûna welat dikin. Kurd, Ereb, Suryanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn hişmendiya Xweseriya Demokratîk a Ocalan li girtîgehê pêşxistî xistine meryetê.

Dema bûyerên ku rû dane hat nirxandin, me kêmaniyên xwe dîtin. Em wisan fikirîn ku pirsgirêka Kurd wê tenê bi diyalogên partiya Erdogan re bên çareserkirin. Dema ku hewl tê dayîn ku çareserkirina şerê bi zor û tevlîhev, ji bo hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê têxin nava vê pêvajoyê, divê em hê zêdetir kar bikira.

Bi heman rengî ji bo sûd dayîna çareseriya pirsa Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, diviyabû hemû hêzên alîgirên demokrasî yên Rojhilata Navîn û cîhanê bixista nava liv û tevgerê.

Di vê mijarê de ji bo ti nediyarbûnek dernekeve; di mijara muzakreya li ser bingeha polîtîk a meseleya Kurd a li Tirkiyeyê de biryardariya xwe îlan dikin.

Ezê tişta berê me gotibû dubare bêjim; Abdullah Ocalan ji bo me nûnerê muzakereyê ye. Em tevlî hemû nuqteyên ku di demê dawî de bi Ocalan re pêk hatine dibin, ji bo bi azad bikare kar bike, didin diyarkirin ku divê sûdê bide pêvajoyê. Ji bo hê zêdetir zelal baxivim; em dibêjin divê ji Girtîgeha Îmraliyê derbasî girtîheha malê (mala bi ewle)  bê kirin.

Em destekên cîhanê yên ji bo hedefên me jî dibînin. Krîza li Tirkiyeyê jî polîtîk e. Polîtîkaya Kurd a pirsgirêka sed salî ya Komara Tirkiyeyê ye, yek ji sedemê serekî ya pirsgirêka navxweyî, herêmî  û gerdûnî ya Tirkiyeyê ye. Ji bo vê, pêwîstî bi têgeheke ‘netewî’ ya nû ya rê li ber nasname û etnîkên cihê ya lezgîn a Tirkiyeyê ve dike heye. Nêzîkatiyeke wiha ji bo dîroka herêmê cihêrengiyê nîşan dide û dîsa rizgarbûna ji astengiyên navendîkirina Enqerê, pêwîstî bi sîstemeke îdarî ya nû heye.

Eger em mijara pirsgirêka Kurd çareser bikin, em dikarin di pêşxistina demokrasî, aramî û aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn de rolek diyarker bilîzin. Nexasim dewleta Tirk vê red dike. Li aliyê din, ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn û rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê hewldanên me wê bidome.”


Mijarên Din