Cemîl Bayik: PKK civakeke li ber nemanê rakir ser xwe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik salvegera 42'yan a damezirandina PKK'ê pîroz kir û got: ''Têkoşîna ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kirî ne tenê mirina Kurdên li Bakur her wiha mirina Kurdên li hemû parçeyan da sekinandin. Ji hemû Kurdan re bû hêvî."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji bernameya taybet a Stêrk TV re axivî, Bayik têkilî salvegera 42'yan a damezirandina PKK'ê axivî.

Bayik bi bîr xist PKK ya ku 27'ê Mijdara 1978'an hatî damezirandin ev nêzî nîv sedsalî ye bi domdarî têdikoşe û got, ''Têkoşîna ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kirî ne tenê mirina Kurdên li Bakur her wiha mirina Kurdên li hemû parçeyan da sekinandin. Ji hemû Kurdan re bû hêvî. Heke ne ji wê têkoşînê bûye statûya niha Başûr bi zor wê bi dest biketa. Helbet gelê Başûr jî têkoşiya, berdêlên mezin da lê ev statû tenê bi van nehate bidestxistin. Heke ew statû hatibe bidestxistin ev encama têkoşîna PKK'ê ya bi salan e. Herî pir ên ku dibêjin, ''PKK li ser statûya Başûr talokeyê çêdike'', dizanin.

Keda PKK'ê zehf e. PKK hem ji bo ku statû were bidestxistin û hem jî ji bo parastina wê zehf ke da. Ne ku PKK li ser statûyê talokeyê çêdike, yên ku vê dibêjin li ser statûya Başûr talokeyê çêdikin. Rastî ev e. Ên ku ne xwedan wijndan bin dikarin vê rastiyê nebînin. Rast e, îro heke li Rojava şoreşeke bi pêşengiya jinê hebe û ev şoreş ji bo hemû cîhanê hêvî be, ev bi têkoşîna PKK'ê ye.''

Bayik li dijî sewqiyeta artêşa Iraqê ya li ser Şengalê helwest nîşan da û got gelê Êzîdî bi têkoşîneke giran xaka xwe azad kirine û domand, ''Iraq divê bi vîna dewletên derve tevnegere. Divê li gorî berjewendiya xwe tevbigerin. Divê lê nefikirin ku bi zext û şer encamê bistînin. Ev şaş e. Ev ne di berjewendiya Iraqê de ye .Li Iraqê jixwe meseleyên giran hene, bi vî rengî meseleyan girantir dike. Ev rewş wê xizmetê ji Tirkiyê re bike. Iraq divê meseleyên xwe yên bi Şengalê re bi rêyên demokratîk çareser  bike. Gelê Êzî mezlûm e. Naxwaze fermaneke dî jî bijî. Ji ber ku dema çeteyên DAÎŞ'ê êrîş anîn kesî ew neparastin. Ne Iraqê û ne jî hikûmeta Başûr. Îro divê mirov li gelê Êzîdî xwedî derkeve.''

Beşê 1'ê yê roportaja bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re wiha ye:

Beriya ku em werin ser salvegera damezirandina PKK'ê dixwazim balê bikişînim ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan. Gelek nivîskar, rewşenbîr, hunermendên ku ji hêla cîhanê ve têne nasîn diyar kirin ku tecrîd sûc e. Dîsa CPT di raporên dawî de got li Imraliyê êşkence heye lê tecrîd didome. Tecrîd çima didome û ji bo ku tecrîd bidawî bibe çi hewce ye?

Damezirandina PKK'ê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn, ji bo mirovahiyê cejnek e. Ev cejn bi Rêber Apo ye. Îdeolojî, rêxistinî, avanî, şêwaz, her tişta PKK'ê Rêber Apo danî. Li ser van esasan partî ava kir. Piştre parti gerîla geş kir, têkoşîn geş kir û anî vê rewşê. Bi vê wesîleyê di serî de ya Rêber Apo, cejna gelê Kurd, gerîla, milîtanê vê tevgerê, xebatan û dostan pîroz dikim. Di şexsê Delal Amed, Yilmaz Dersim, Dozdar Hemo hemû şehîdên PKK'ê û Kurdistanê bi rêzdarî slav dikim, sonda ku me dayî wan dîsa dixwin.

Tecrîda li ser Rêber Apo têkilî wê siyaseta faşîst, dagirker, qirker a dewleta Tirk a li ser Kurdan e. Ji ber ku dewleta Tirk bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe dijminatiya wê dike. Dixwaze wan tine bike. Dixwaze Kurdistanê bi temamî têxe ber xizmeta xwe.  Zilma ku li Kurdan û Kurdistnaê dike eynî bi wî rengî li ser Rêber Apo jî dike. Ji ber ku yê ku Kurd ji xewa mirinê xilas kirin û bi hemû cîhanê dane nasîn Rêber Apo ye. Dewleta Tirk jî dibêje, ''Te çima Kurd ji xewa mirinê xilas kirin, te ew vejandin, rakirin ser piyan, te civakek têkoşer afirand, bi dinyayê dane naskirin''. Ango dibêjine Rêber Apo, ''te çima nehişt ku em armanca xwe ya qirkirinê temam bikin. Tu li pêşiya me bûyî astengeke mezin, te siyaseta me pûç kir.'' Ji ber vê tolê ji Rêber Apo dihilînin, li dijî wî tecrîdeke bêsînor datînin. Ji ber ku Rêber Apo her tişt bi Kurdan da bi destxistin, civakek ji mirinê xilas kir.

Rêber Apo Kurd anîn rewşa ku ji mirovahiyê re bibin hêvî, ew kirin hêza demokrasî û azadiyê. Dewleta Tirk jî ji Rêbertî re dibêje, ''Te nehişt ku em qira Kurdan bînin, ji ber vê sûcdar î.'' Ji ber vê dan û standina bi sûcdaran re bi Rêbertî dikin. Bi tecrîdê tolê dihilînin. Divê her kes siyaseta li ser Rêbertî xweş fêhm bike.

CPT DIXWAZE HELWESTA GELÊ KURD NERM BIKE

Pergala Imraliyê ne dewleta Tirk komplogeran danî, CPT'yê sazî danî. Ji ber ku dema ku Rêber Apo birin zindana Imraliyê endamê CPT'yê jî li wir hazir bû. Wê demê daxuyaniyek dan û got ew pergal bi hev re danîne û her dem wê bişopînin. CPT beriya bi çendekê raporek hazir kir û got li ser Rêber Apo tecrîd û êşkence heye. Wekî te tespîteke wiha kir divê li gorî wê qanûnan jî bi cih bînî. Peywira CPT'yê ne ew e ku tiştên bûyî tespît bike. Divê pêşî li nehiqûqiyan bigire, peywira wê ya eslî ev e. Lê em dibînin CPT pêşî li tecrîd, êşkencê, zilmê û zextê nagire. Ango vê rewşê rewa dike.

Bi daxuyaniya ku dayîn helwesta gelê Kurd û hêzên demokrasiyê nerm dikin. Dixwazin ku bêhelwest bihêlin. Heke maneyeke dî ya daxuyaniya wan hebûya wê demê wê peywira xwe bi cih bianîne. Lê dixwazin gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, ên li dijî tecrîdê bixapînin, helwesta wan bêkêr bikin. Naxwe divê mirov bipirse bê ka peywira CPT'yê çiye? Armanca wan çiye, dixwazin çi bikin, divê mirov xweş li vê bipirse. Her wiha Konseya Ewropayê jî piştî encama rapora CPT'yê tişta ku divê bike, nake.

Dawiya dawî CPT saziya wan e. Ji bo ku li dijî êşkencê, zilmê mafên mirovan biparêze hatiye avakirin. Di daxuyaniyên xwe de jî diyar dikin ku ew mafê mirovan, demokrasiyê diparêzin lê dema ku mesele dibine Kurd û Rêber Apo van hemûyan binpê dikin. Ango bi her hawî xizmetê ji siyaseta dewleta Tirk re dikin ku li ser gelê Kurd, Rêber Apo û hêzên demokrasiyê rê ve dibin. Ti maneyeke vê ya dî nîne. Ji ber vê hem gelê me û hem jî sosyalîstên li Tirkiyê, çi kesê ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwaze divê xweş bi peywirên xwe zanibin, têkoşîna xwe geştir bikin.

Salvegera 42'an a PKK'ê ye, ku PKK'ê dîroka Tirkiyê û Rojhilata Navîn guherand. Tu weke yek ji qedroyê pêşeng û damezirandêrê PKK'ê li ser destkeftiyên PKK'ê yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dixwazî çi bibêjî? PKK çi bi dest bi Kurdan ve anî?

Dema ku mirov xweş li dîroka Kurdan vedikoşe, em dibînin ku li dijî qirkirinê gelek raperîn û şer bûne. Lê ev tevger zêde dom nekirine, hin jê di 3 mehan de dawî li wan hatiye. Helbet gelek sedemê vê hene. Ez naxwazim têkevim nav van sedeman ji ber ku mijareke dûvûdirêj e. Di dîroka gelê Kurd de cara pêşî ye ku PKK ev 50 sal in bi istikrar têdikoşe. Ev ji bo gelê Kurd pir girîng e. Ji ber ku ev nîv sedsala e tevger didome. Dike ku li hemû cîhanê qedr û qîmetê Kurdan zêde bibe. Ji ber vê ne tenê milîtan û endamên PKK'ê, ne tenê Bakur, hemû Kurd divê qîmetê vê tevgerê zanibin.

Heke ev gel ev 50 sal in wiha bi istikrara didome, gelek guherînan diafirîne, ji bo gelê Kurd gelek nirxan ava dike, divê her kes jî rastiya tevgerê xweş zanibe. Ev rastiya Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Ao ji damezirandinê û vir ve tevgerê rê ve dibe. Divê her kes lêbikole bê ka Kurd çawa hatine vê qonaxê. Rêber Apo her roja çûyî têkoşîn geştir kir, ji bo gelê Kurd nirxên mezin afirand, kir ku qedr û qîmetê Kurdan li cîhanê zêde bibe, Kurdan jî bersiva vê dan.

Gelê Kurd weke wan gelên ku li cîhanê têkoşîna azadiyê didin têdikoşe. Tişta ku gelên din di 100 salî de kirin Kurdan zûtir kirin. Ji gelê Kurd çi hatibe xwestin ew kir. Ji bo ku li Kurdistanê jiyaneke azad, demokratîk ava bibe çi ketibe ser gelê Kurd ew kiriye. Kurdan ispat kiriye ku ew aşiqî azadiyê ne. Cîhan jî gelê Kurd wiha dibîne û hurmetê dide. Heke cîhan hurmetê dide gelê Kurd,  gelê Kurd, Rêber Apo ji bo xwe hêvî dibîne, PKK'ê heke weke pêşengê xwe dibîne, ev bi têkoşîna Rêber Apo û gelê Kurd e.

ARMACÊN DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YÊN KURDAN NEMABÛN

Beriya ku PKK ava bibe rewşa Kurdan çilo be divê mirov xweş zanibe. Heke em xweş fêhm nekir, em nikarin damezirandina PKK'ê û rastiya Rêber Apo fêhm bikin. Weke ku tê zanîn, li Bakur dewleta Tirk a faşîst her tişt tasfiye kiribû. Civaka Kurd, mirovên wê parçe parçe kiribû. Çi qas tevger derketibûn hemû hatibûn tasfiyekirin. Bi komkujiya fizikî, koçberkirinê, ango li ser navê Kurd û Kurdistanê tiştek nemabû .Ew qinyat çêbûbû ku li Bakur Kurd mirine. Bi rastî jî Kurd weke miriyan dijiyan. Ti hêviya wan nemabû. Dewleta Tirk digot Kurd mirine, careke dî wê nikaribin rabin, Kurdan jî ev qebûl kiribû. Vîna Kurdan şikandibûn. Bi navê Kurdan çi tişta heyî kiribûn Tirk. Kurdan jî xwe Tirk dihesiband, digotin, em Tirk in. Tenê bi rengekî fizîkî dijiyan.

Her wiha li Başûr tevgerek hebû. 75 ji 100'î bi tifaqa Cezayirê têk çûbûn. Vê rewşê tesîreke neçê li ser Kurdan kiribû. Jixwe dagirkeran dixwestin ku vîna Kurdan bi temamî bişkînin, bi tifaqa Cezayîrê vîna Kurdan jî bêhtir qels kirin.  Têkoşîna Başûr jî ya dawî bû, bawer nedikirin ku êdî bi navê Kurd û Kurdistanê çêbibe. Ango ji bo Kurdan rewşeke pir kambax dihate jiyîn. Di rewşeke wiha de PKK derkete holê. Ango ne li ser hîmeke wî zexm derkete holê. Vîna Kurdan hatibû şikandin, kesî Kurd qebûl nedikirin, kesî nedikarî li Kurdan xwedî derbiketa, ên ku xwedî li Kurdan derdiketin sûcê îdamê dikir. Her kes wiha nêzîkatî li Kurdan dikir. Kurd jî li xwe xwedî dernediketin. Ti hedefa demokrasî û azadiyê ya Kurdan nemabû. Bê hedef dijiyan.

Di rewşeke whia de Rêbertî destê xwe da Kurdan. Ji bo Kurdan dîrokeke nû danî. Mudaheleya Rêber Apo bû mûdaheleyeke pir mezin û dîrokî. Heke mudahele nekiriba belkî niha bi navê Kurd û Kurdistanê wê tiştek li holê nemabûya. Vê mudaheleyê nehişt ku Kurd têk biçin û dewleta Tirk Kurdistanê ji xwe re bike niştiman. Rê lê vekir ku Kurd bibin xwedî jiyaneke azad, xwedî vîn, demokratîk. Ev têkoşîneke zor û zehmet bû. Di rewşeke wiha de xwedîderketina li Kurdistanê bi wêrekî, bîrewerî û fedakariyê bû. Rêber Apo bi vê wêrekî, fedekarî û biryardariyê têkoşîn danî holê. Li ser van esasan rih bi Kurdan ve hat, rabûne ser xwe, ji bo ku têkoşiyan, azadî û demokrasî ji bo xwe kirin hedef. Gotin êdî bêyî azadiyê ew najîn. Ev bi têkoşîna Rêber Apo û PKK'ê bû.

JINÊN KURD BI TÊKOŞÎNA XWE DASTANAN DINIVISIN

Civakeke li ber feşkilandinê û nemanê rabû ser xwe, ji bo azadiyê di hemû şert û mercan de têkoşiya. Rêber Apo her wiha di nav şoreşê de şoreş kir. Li Kurdistanê gelek şoreş çêbûn û di encama vê de neteweya demokratîk pêş ket. Ji ber ku şoreşeke demokratîk û netewî hate jiyîn. Şoreşa çand û jinê çêbû. Kesî Kurd weke mirovan nedidît lê niha bi têkoşîna ji hemû cîhan Kurdan nas dike, hurmetê dide û ji bo xwe weke hêviyeke mezin dibînin. Ev bi têkoşîna tevgerê û jinan çêbû. Jinên Kurd îro dastanan dinivisin. Ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû jinan û mirovahiyê dastanan dinivisin. Hemû cîhan vê dibîne, bi vê dibe xwedî moral û hêvî.

Têkoşîna ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kirî ne tenê mirina Kurdên li Bakur her wiha mirina Kurdên li hemû parçeyan da sekinandin. Ji hemû Kurdan re bû hêvî. Heke ne ji wê têkoşînê bûye statûya niha Başûr bi zor wê bi dest biketa. Helbet gelê Başûr jî têkoşiya, berdêlên mezin da lê ev statû tenê bi van nehate bidestxistin. Heke ew statû hatibe bidestxistin ev encama têkoşîna PKK'ê ya bi salan e. Herî pir ên ku dibêjin, ''PKK li ser statûya Başûr talokeyê çêdike'', dizanin.

Keda PKK'ê zehf e. PKK hem ji bo ku statû were bidestxistin û hem jî ji bo parastina wê zehf ke da. Ne ku PKK li ser statûyê talokeyê çêdike, yên ku vê dibêjin li ser statûya Başûr talokeyê çêdikin. Rastî ev e. Ên ku ne xwedan wijndan bin dikarin vê rastiyê nebînin. Rast e, îro heke li Rojava şoreşeke bi pêşengiya jinê hebe û ev şoreş ji bo hemû cîhanê hêvî be, ev bi têkoşîna PKK'ê ye. Heke li Rojhilat hê jî bi navê Kurdan tevgerek hebe ev encama têkoşîna PKK'ê ye. Di rewşa berdest de ti parçe bi serê xwe bi têkoşînê nikare bibe xwedî statû. Heke hemû parçeyan nebîne, hêzê wan negire nikare li ser piyan bimîne.

Hêza motor a gelê Kurd PKK û Rêber Apo ye. Ji ber vê dibêjin heke em PKK'ê tine bikin em ê gelê Kurd jî ji holê rakin. Ji ber ku hêza ku nahêle gelê Kurd ji holê were rakirin PKK ye, ji ber vê PKK'ê dikin hedef. Bi qedandina PKK'ê dixwazin qira Kurdan bînin.

TENÊ YÊN KU WIJDANÊ WAN NÎNE DIBÊJIN PKK'Ê TI NEKIRIYE

Îro gelê Kurd li cîhanê bûne xwedî qedr û qîmetekî mezin. Ev bi têkoşîna Kurdan bû. Di vê têkoşînê de rola Rêber Apo û PKK'ê zehf e. Berê Kurd ji bilî xwe ji bo her kesî dişixulîn,  bi siyaseta ku dihate kirin her roj xwe dikuştin. Niha jî em dibînin Kurdên ku weke mirovan nedihatin dîtin niha di rewşeke cuda de ne. Îro her kes Kurdan weke civak, netew, weke pêşengê demokrasiyê û azadiyê dibîne. Her wiha Rêber Apo û PKK'ê weke pêşeng dibînin. Çima vê dibêjim?

Hin dertên û dibêjin, ''PKK tiştek bi ser nexistiye, destkeftiyên em hene, PKK'ê tiştek nekiriye. Tenê yên ku wijdanê wan nînin dikarin vê bibêjin. Mirovekî xwedî wijdan li dijî PKK'ê jî be, wê heqê Rêber Apo û PKK'ê bide. Ango wê bibêje Kurd bi Rêber Apo û PKK'ê li dîrokê, li cîhnaê cihê xwe dîtine.

Kurdên ku ji bo her kesî dişixulin êdî ji bo xwe dişixulin û ji bo mirovahiyê re dibine hêvî. Kurd hatin qonaxeke wiha . Ev ji bo gelê Kurd destkeftin û şahnaziyeke mezin e. Ji bo ku wiha bûye em bi vê pir dilxweş dibin û em dixwazin ku her kes bi vê şerefê be. Divê her kes damezirandina PKK'ê wiha fêhm bike.

PKK di heman demê de xwe weke tevgereke mirovahiyê pênase dike. Di nava şert û mercên heyî de her kes dibêje ku kapîtalîzm di nava krîzeke kûr de ye. Ev yek jî ji bo mirovahiyê pirsgirêkên mezin diafirîne. Di çareserkirina van pirsgirêkan de wê rola PKK'ê çi be?

Rêber Apo dema ku nû PKK ava kir li ser bingehên enternasyonalîzmê ava kir. PKK hîn di destpêkê de tevgereke mirovahiyê bû. Eger Rêber Apo û PKK'ê di destpêkê de nirxên mirovahiyê, enternasyonalîzm ji xwe re nekiribûya esas, wê bibûya tevgereke ji rêzê. Ji bo mirovahiyê, ji bo gelê Kurd nekarî bi rolekê tevbigeriya. Ji ber ku yên di rojên destpêkê de hevrêtî bi Rêber Apo re kirin ne Kurd bûn, ne jî Kurdistanî bûn. Heval Hakî, heval Kemal Pîr. Hem ji ber vê yekê tevgereke mirovahiyê afirand, hem jî ev her du heval milîtanên enternasyonalîst bûn. Hevrêtiya wan a bi Rêbertî re gelekî mezin bû.

Hîn li holê tiştek tune bû ew bi Rêber Apo re tevgeriyan. Rêber Apo tevger li ser van bingehan ava kir. Eger ev tevger bûye tevgereke enternasyonalîst, ji ber van sedeman e. Li gel vê yekê sedemeke din jî heye. Kî bixwaze pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokrasî û azadiyê çareser bike, divê tevgera xwe li ser bingehên enternasyonalîzmê deyne. Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ji rêzê nîne, êdî gerdûnî bûye. Yên bixwazin vê pirgirêkê çareser bikin divê xeta enternasyonalîzmê ji xwe re bike esas, têkoşînê li ser vê bingehê bimeşîne. Wê demê tevgereke demokratîk, azadîparêz û sosyalîst dikare pêk were.

Her tişt li Rojhilata Navîn pêk hat. Cîhan li ser Rojhilata Navîn ava bû. Çawa ku Rojhilata Navîn bû bingeha cîhanê, Kurdistan jî bingeha Rojhilata Navîn e. Şoreşa neolîtîk li vê xakê pêk hat. Ev yek ji bo cîhanê şoreşeke mezin e. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd ne tenê bandorê li Kurdistanê dike, bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Ji ber vê yekê Kurdistan parçe parçe kirin û siyaseta qirkirina Kurdan xistin dewrê. Yê ku bixwaze li Kurdistanê tevgereke sosyalîst, demokratîk, azadîparêz ava bike, wê bibîne ku tevahiya cîhanê li dij e. Wê çawa li ber vê cîhanê rabe? Eger enternasyonalîzmê ji xwe re bike esas wê karibe li ber rabe. Rêber Apo ji destpêkê ve ev xet ji xwe re kir esas. Tevgera PKK'ê li ser vê bingehê ava bû û hîn jî li ser vê bingehê têdikoşe.

'PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN A MIROVAHIYÊ SÎSTEMA KAPÎTALÎST E

Ji ber ku tevgera me li ser bingehên enternasyonalîzmê ava bû, dema ku real sosyalîzm hilweşiya, her kesên ku xwe weke sosyalîst pênase dikir reviyan, kes xwedî li sosyalîzmê derneket, lê Rêber Apo got 'israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye'. Xwedî li sosyalîzmê, nirxên mirovahiyê û civakê derket. Rêber Apo û PKK ti carî tenê Kurd û tenê çareseriya pirsgirêka Kurd ji xwe re nekir esas, li gel vê yekê timî çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn, çareseriya pirsgirêka mirovahiyê kir esas. Ji ber vê yekê her kesî Rêber Apo û ev tevger ji bo xwe weke hêviyê dît. Rêber Apo ne tenê weke lîderê gelê Kurd dibînin, her wiha weke lîderê xwe dibînin. Tevî gelê Ereb gelek gelên cîhanê vê yekê radigihînin.

Ji ber vê yekê roj bi roj hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo û fikrên wî derdikevin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kampanyayan li dar dixin û roj bi roj ev kampanya xurt dibin. Çima? Ji ber ku xwedî li xwe derdikevin. Di kesayetiya Rêbertî de armanc, hêviyên xwe dibînin. Ji ber ku vê tevgerê çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê daniye ber xwe, ji roja destpêkê ve ji bo demokrasî, aştî û azadiyê tevdigere. Mirovahî wê bi kîjan paradîgmayê pirsgirêkan çareser bike, ev yek ji xwe re kir esas. Hem di fikir de hem jî di pratîkê de ev yek pêk anîn.

Pirsgirêka herî mezin a mirovahiyê ya heyî çi ye? Sîstema kapîtalîst e. Ev sîstem ji bo tevahiya mirovahiyê metirsî ye. Ne tenê em, êdî her kes vê dibêje. Dibêjin ku vê sîstemê dawî li mirovahiyê aniye, dawî li jiyanê aniye. Pandemî ev yek bi rengekî eşkere raxist pêş çavan. Jİ ber vê yekê mirov êdî rizgariya ji vê sîstemê nîqaş dikin. Li alternatîfê digerin. Rêber Apo di parêznameyên xwe de ev yek destnÎşan kir. Yanî ji bo rizgariya ji vê sîstemê paradîgmayek afirand. Jİ ber vê yekê li ser şêweyê afirandina civakeke demokratîk rawestiya.

EGER HÛN CIVAKEKE DEMOKRATÎK DIXWAZIN DIVÊ HÛN AZADIYA JINÊ JI XWE RE BIKIN ESAS

Eger hûnê civakeke demokratîk biafirînin, divê hûn tiştên ku jiyanê didin mirovahiyê ji xwe re bikin esas. Çi ye ev? Ekolojî ye. Rast e li cîhanê gelekî li ser ekolojiyê radiwestin, lê belê kî daketiye bingeha dîrokî ya ekolojiyê? Rêber Apo. Bi qasî Rêber Apo kesî xwe nesipartiye bingeha dîrokî ya meseleyê. Ji ber vê yekê Rêber Apo di vir de jî xizmeteke mezin dike. Her wiha ji bo hûn karibin civakeke demokratîk ava bikin divê hûn azadiya jinê ji xwe re bikin esas. Ji ber ku di bingeha azadiyan hemûyan de azadiya jinê heye. Eger hûn azadiya jinê ji xwe re nekin esas, hûn ê nikaribin kesî azad bikin. Têkoşîna we wê belasebep be.

Ji ber vê yekê Rêber Apo paradîgmaya xwe li ser azadiya jinê, ekolojîk, demokrasiyê ava kir. Sîstema wê, xweseriya demokratîk, neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk destnîşan kir. Ji bo gelan sîstemeke bê dewlet bê desthilatdarî ava kir, ji bo mirovahiyê ev yek afirand. Li dijî modernîteya kapîtalîst çeka herî mezin da destê mirovahiyê. Bi vî rengî hurmeta li sosyalîzmê zêde kir. Êrişa kapîtalîzmê ya li ser reel sosyalîzmê têk bir.

Yên ku di mirovbûnê de israr bike, yên ku bixwazin pirsgirêkên mirovahiyê çareser bikin ji xwe re sosyalîzmê dike esas. Ev rewş roj bi roj bêhtir tê fêhmkirin. Her kes hîn bêhtir xwedî li paradîgmaya Rêbertî derdikeve, ji bo xwe weke hêviyê dibîne. Ev hêvî roj bi roj bêhtir mezin dibe. Ev jî ji bo me şerefeke.

Pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' di meha 3'emîn de ye. Piştî destpêkirina pêngavê qonaxa ku têkoşîna we gihîştiye çi ye, heta niha we çi encam wergirtin?

Divê em baş bibînin ku me pêngav di nava kîjan şert û mercî de dane destpêkirin. Desthilatdariya AKP-MHP û Ergenekonê hem li hundir hem jî li derve şerekî mezin dimeşandin. Zext, zilm, bêedaletî bêsînor bû. Tevî vê yekê şerekî taybet ê psîkolojîk jî dimeşandin. Her roj di çapemeniyê de daxuyanî didan û digotin, 'hem li hundir hem li derve em serketî ne, encamên gelekî baş werdigirin'. Ji bo kes li ber wan ranebin, ji bo kes li dijî wan tevnegerin û karibin desthilatdariya xwe bi hêsanî bimeşînin ev yek dikirin. Li herêmê Şerê Cîhanê yê 3'emîn diqewime. Di vî şerî de di navbera aliyan de pirsgirêkên wan jî hebûn. Her kes dixwaze berjewendiyên xwe xurt bikin. Ev yek ji bo xwe her tim weke firsen dîtin û hem li derve hem jî li hundir xwestin desthilatdariya xwe xurt bikin.

Zilm li Kurdan, demokratan, her kesên li dijî desthilatdariyê dikirin. Me di nava van şert û mercan de pêngav ragihandin. Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP û Ergenekonê bi vî rengî dixwest îrade û baweriya her kesî bikişînin. Yek ji armancên vê pêngavê jî nîşandana vê sextekariya desthilatdariyê bû. Zilm û zordariya wan nayê wê wateyê ku serketî ne. Berevajî lawazin û roj bi roj bêhtir lawaz dibin. Ji bo lawaziya xwe veşêrin vê propagandayê dikin.

Me jî hem ji bo sextekariya desthilatdariyê nîşan bidin hem jî îrade, bawerî, têkoşîna li dijî êrişên bêîradekirinê xurt bikin, dest bi vê pêngavê kir. Ji xwe tevgera me, şervanên me yên azadiyê bi berdêlên gelekî mezin têdikoşin. Wan pîroz dikim. Vê pêngavê têkoşîn xurtir kir. Desthilatdariya me rûyê rast ê desthilatdariyê eşkere kir, propagandaya li dijî gel pûç kir. Pêngava me roj bi roj dike ku rewş baştir bê fêhmkirin. Li dijî bêîradetiyê îradeyê, li dijî bêmoraltiyê moralê, li dijî bêhêvîtiyê hêviyê, li dijî newêrektiyê wêrektiyê diafirîne.

DESTHILATDARIYA AKP-MHP-ERGENEKONÊ ÎFLAS KIR

Piştî pêngavê li dijî desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê sekneke xurt hate nîşandan. Vê yekê jî desthilatdarî lawaz kir. Ev yek jî bû sedem ku di navbera wan de pirsgirêk rû bide. Eger me ev pêngav nedabûna destpêkirin, vê pêngavê îrade, bawerî û hêvî neafirandibûya, desthilatdariyê wê bernameya xwe bi hêsanî dewam bikira. Eşkere bû ku gelekî zorê dikişînin, gelek pirsgirêkên wan hene. Kî vê dike? PKK dike. Têkoşîna gerîla vê dike.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di navenda vê pêngavê de ye. Ji ber vê yekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li cîhanê kampanyayan dest pê kirin. Kampanya roj bi roj mezintir dibin. Li dijî sîstema kapîtalîst, zanin ku Rêber Apo alternatîf afirandiye, lewma hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo û fikrên wî derdikevin. Yanî desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê îflas kiriye. Li dijî vê yekê jî PKK bi gel û mirovahiyê dide qezençkirin. Ji niha û pê ve jî wê bide qezençkirin.

Di navbera Bexda û Hewlêrê de 9'ê Cotmehê ji bo kontrolkirina Şengalê peyman hate kirin û çend roj berê artêşa Iraqê hêzeke mezin ber bi Şengalê ve veguhast. Li dijî vê yekê Meclîsa Şengalê daxuaynî da. Têkildarî vê mijarê hûn dixwazin çi bêjin?

Banga Meclîsa Şengalê di cih de ye. Divê Iraq bi îradeya hin dewletên derve tevnegere. Divê berjewendiyên xwe bike esas. Divê bi zext, şer encamê negire, ev şaş e. Ev yek xizmetê ji berjewendiyên Iraqê re nake. Ji xwe pirsgirêkên kûr ên Iraqê hene, bi vî rengî pirsgirêkan girantir dikin. Ev rewş xizmetê ji Tirkiyeyê re dike. Her wiha PDK jî dixwaze tevî Tirkiyeyê zextê li Iraqê bike. Ji ber ku berjewendiyên xwe di vir de heye. Tirkiye dixwaze bi vî rengî be. Ji ber vê yekê divê divê Iraq pirsgirêka xwe ya bi Şengalê re bi rêyên demokratîk çareser bike. Civaka Êzidî civakeke mezlûm e. Naxwazin careke din ferman li wan rabe. Ji ber ku kesî ew neparastin. Ne Iraqê ne jî hikumeta Başûr.

Dema ku DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir, civaka Êzidî bi rengekî bêrêxistinî û bêçek radestî çeteyên DAIŞ'ê kirin. DAIŞ'ê komkujî kir, gelek mirov dîl girt, gelek firot û gelek jî kuşt. Civaka Êzidî jî li dijî vê têkoşiya. Di encama vê têkoşînê de herêma xwe rizgar kirin, xwedî li xwe derkevin. Saziyên xwe ava kirin, xwe bi xwe bi rê ve dibin. Eger dewleta Iraqê kariye careke din li Şengalê vegere ev yek bi saya vê têkoşînê bû. Ne ji vê bûya Iraq nikarîbû biçûya wê deverê. Eger Iraq karîbûye bikeve Şengalê divê spasiya civaka Êzidî bike. Civaka Êzidî bi têkoşînê ev derfet afirand. Nİha bi zeta li ser civaka Êzidî li gorî daxwaza hin welatan hewl didin rewşeke şer biafirînin, ev rast nîne. Civaka Êzidî xizmeteke mezin ji wan re kir, divê Iraq vê bibîne. Divê neçin Şengalê.

Şengal çi dixwaze? Dewletê naxwazin, naxwazin qut bibin, xweseriyê dixwazin, dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin, biparêzin. Ev yek zerarê nade kesî. Jİ bo Iraqê baştir e. Ji ber ku dikin ku Iraq demokratîk bibe, li nava cîhanê hurmet jê re bê nîşandan. Iraq çima vê rewşê qebûl nake, fêhm nakim. Pirsgirêk bi hêza leşkerî çareser nabe. Belê wê civaka Êzidî zerarê bibîne, lê belê zerara herî mezin wê Iraq bibîne. Divê hesabê vê bikin. Divê civaka Êzidî, gelê Kurd, mirovahî zext, zilm û şerekî li dijî Êzidiyan qebûl nekin. Divê li ber vê yekê rabin. Civaka Êzidî jî vê dixwaze. Roj roja xwedîderketina li civaka Êzidî ye.

(cx)


Mijarên Din