Cemîl Reşîd: Tirkiye herêmên Ereb û Kurd asîmle dike

Nivîskar, rojnamevan û siyasetmedar Cemîl Reşîd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker Kurd û Erebên li herêmên dagirkirî asîmîle dike. Her wiha bang li hikumeta Sûriyê  kir ku li dijî planên Tirkiyê li Sûriyê bilive.

Nivîskar, rojnamevan û siyasetmedar Cemîl Reşîd destnîşan kir ku Tirkiye û çeteyên xwe hewl didin herêmên dagirkirî asîmle bikin û got: "Li cem dewleta Tirk plansaziyek ji bo asîmlekirina herêman heye. Ji demekê ve hewl dide pêk bîne. Ji herêmên Kurd û Ereb mîna Ezaz, Cerablus, Babê û her dawîn li Idlibê destpê kir."

‘DAGIRKERÎ HEWL DIDE SIVÎLÊN HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BIKAR BÎNE Û PLANA XWE BÎNE CIH’

Girêdayî leşkerkirina zarokan Reşîd destnîşan kir ku Tirkiye bi vê yekê tevahiya pîvan, peymanên navdewletî binpê dike û wek sûcekê ye divê ji ber wê were cezakirin.

Reşîd wiha domand: "Dewleta Tirk şêniyan li herêmên dagirkirî di şerên xwe li cîhanê de bikar tîne. Ne şaşwaz e ku em, kurdek ji Efrînê yan jî herêmên ku Tirkiyê dagir kirine yan jî zarokek ji pêkhateya Ereb di nav artêşa niştîmanî li Somalê de bibînin."

Siyasetmedar û rojnamevan îşaret pê kir ku ev binpêkirin ji stratejiya Tirkiyê ya ku bi awayekî kûr û cewherî têkilî fikrê ixwan muslimîn bûye, xerîb nabînin.

‘DIVÊ RÊXISTINÊN NAVDEWLETÎ RÊ II PÊŞIYA SÛCÊN DEWLETA TIRK BIGIRIN’

Reşîd berpirsyariya berdewamkirina Tirkiyê sûcên xwe kir stûyê tevahiya rêxistinên navdewletî û bang li wan kir ku raporên xwe ji Konseya Ewlehiyê re li gorî beşa heftan a peymana Konseya Ewlehiyê û NY`î pêşkêş bike. Tirkiye hişyar bike ku dev ji binpêkirinên xwe yên ku digihêjin asta sûcên şer li dijî mirovahiyê û zarokatiyê berde.

Reşîd di berdewama gotinên xwe de bang li hêzên niştîmanî yên Sûriyê kir ku li dijî binpêkirinên Tirkiyê mîna revandina zarok û jinan bisekinin. Ji ber ku ev diyarde belav bûye. Reşîd diyar kir ku dewletên sponserên çareseriyê li Sûriyê mîna Rûsya û Amerîka têkildarî vê yekê ne.

RÊVEBERIYA XWESER HIŞYARÎ DA, DIVÊ HIKUMETA SÛRIYÊ LI SER ASTA DÎPLOMASÎ BILIVE

Têkildarî bertekên di vî warî de derketine Reşîd ev tişt rave kirin: "Heta niha di vî warî de me tu helwest an jî bertek ji bilî hişyariya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye, nedît. Divê hikumeta Sûriyê li ser asta dîplomasî bi rêya Konseya Ewlehiyê yan jî hevalbendên wê mîna Rûsya, Îran û dewletên din bilive."

Reşîd di dawiyê de bang li hemûyan kir ku bikevin ferqa xeteriya vê pêvajoyê. Divê di danûstandinên xwe de bi dosyayn re, vedîtina çareseriyên guncew ku mafên tevahiya gelê Sûriyê û rûmeta wan misoger dikin û dagirkerî li ser Sûriyê bidawî dikin, cidî bin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din