Cenazeyê 3 şehîdan bi merasîmekê li Hesekê hatin veşartin

Şêniyên herêma Hesekê bi merasîmekê cenazeyên şervanên YPG‘ê Demhat, QSD‘ê Şevger û Hêzên Erka Xweparastinê Cîhad li goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebdulletîf Mecîd (Şevger), şervanê YPG‘ê Ehmed Rîfayî (Demhat Hesekê) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Cîhad Şiblî yên ku di 1 û 2 Gulanê de li Dêrazorê dem li ser karê xwe bûn şehîd bibûn, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê spartin axê.

Şêniyên cenazeyên hersê şehîdan ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekê erebeyan ku bi wêneyên şehîdan hatinbûn xemilnandin ber bi goristana Şehîd Dijwar ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Hisên axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Bila cîhan hemû şahid be ku gelê me zulm û koletiyê qebûl nake, bi hezaran şehîd dane da ku azadiya xwe bi dest bixînin û ewlehiyê herêmê pêk bînin. Em bi şehîdên xwe serbilind in, bi saya wan em ji zulma DAIŞ‘ê xilas bûne, aramî û biratiya gelan pêş ketiye."

Ji fermandarên YPG‘ê Ezîz Hesekê jî axivî û anî ziman ku şehîdan bi xwîna xwe destanên qehremaniyê li hemberî komên çete xêz kirine û herêm ji wan rizgar kirin. Hesekê, soza şopandina rêya şehîdan da heta avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî.

Di merasîmê de endamê TEV-DEM‘ê Farûq Tozo got: "Rast e ku DAIŞ di aliyê leşkerê de têkçûye, lê hîna şaneyên wê yên veşartî hene, ku bi xedirê dixwazin aramiya herêmên rizgarkirî xirab bikin."

Farûq tozo banga hevgirtinê û destkdayîna bi hêzên leşkerî li şêniyan kir.

Paşê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Şervanan cenazeyê hersê hevalên xwe yên şehîd di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA


Mijarên Din