Cenazeyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Kobanê hatin veşartin

Bi tevlîbûna bi sedan welatiyan, cenazeyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hatin veşartin.

Cenazeyê şervanên QSD‘ê Mustefa Elûş (Nîbal Kobanê), Welîd Mihemed (Welîd Qezelî) û Macid Mûsa (Demhat Rojava) yên ku di Berxwedana Rûmetê de li gundê Şergikarê yê Girê Spî şehîd bibûn bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîclayê ji aliyê sedan kesî ve hatin veşartin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Êto sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ev tişt got: "Em di pêvajoyeke dîrokî û çarenûsî re derbas dibin, divê em hevgirtina xwe xurtir bikin da ku vê pêvajoyê bi serkeftî derbas bikin û layiqî keda şehîdan bin."

Di merasîmê de, ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şirîn Osman axivî û got, "30 roj derbas bûn û hêzên me bi hemû hêza xwe li hemberî artêşekê û çeteyên wê şerê parastinê dikin. Ev îradeya xurt a şervanên me û israra wan a ji bo parastina gelê xwe diyar dike."

Malbatên şehîdan jî axaftin kirin, gotin ew ê şopdarên xeta zarokên xwe yên şehîd bin û armancên wan ên nîvco pêk bînin.

Piştî axaftinan nasnameyên hersê şehîdan û şervanekî din bi navê Fewaz Ehmed (Sebrî Kobanê) hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên hersê şehîdan Mustefa Elûş, Welîd Mihemed û Macid Mûsa di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên "Bijî Berxwedana Rûmetê" de hatin veşartin.

ANHA


Mijarên Din