Cenazeyê endamên malbata efrînî bi merasîmekê li Qamişlo hatin veşartin

Bi tevlîbûna bi sedan kesî cenazeyê endamên malbata efrînî ên duh di encama qezayeke tirafîkê li ser rêya Hesekê jiyana xwe ji dest dabû, li goristana şehîdên sivîl a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hatin veşartin.

Duh li ser rêya Hesekê – Amûdê qezayeke tirafîkî çêbû. Di encamê de ji malbateke  Efrînê welatparêz 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, Mihemed Reşîd (65) û hevjîna wî Medîna Abdullah (55), kurên wan Şervan û Mihemed Xelîl jiyana xwe ji dest dan. Malbat ji bo çêkirina lingên çêker diçûn Qamişlo.

Îro bi tevlîbûna bi sedan şêniyên kantonê Qamişlo, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso, endama Koordînasyona Konreya Star Asya Abdullah û şervanên YPG û YPJ‘ê cenazeyê endamên malbatê li goristana şehîdên sivîl a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hatin veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest got: "Ev malbat ji malbatên welatparêz in ên destpêkê ye, dîroka wî ji têkoşînê tijî ye û şehîd dan. Di Berxwedana Serdemê de li ber xwe dan û di encama êrîşên hovane yên Tirkiyê lingê bav Mihemed Reşîd û hevjîna wî Medîna Abdullah hatin jêkirin. Bi rihê welatparêzî û şoreşgerî Efrînê zû be an dereng dê azad bibe be."

Endama Koordînasyona Konreya Star Asya Abdullah di merasîmê de axivî, sersaxî ji malbata şehîdan û gelê Efrînê re xwest. Asya Abdullah got: "Ev malbata welatparêz ji me re mînaka rihê şoreşgerî û welatparêziyê ye, bi xaka û nirxên ve girêdayî ye û heta dawiyê  têkoşîna xwe domand."

Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê Xerbî Hiso wiha got: "Em bi şehadeta endamên malbatê xemgîn in. Windabûna mîna vê malbatê ji bo me xisareke. Vê malbatê ji destpêkê û heta niha tê dikoşne û di çarçoveya Berxwedana Serdemê de bi şêniyan re ji têkoşînê gav paşde ne avêtin û li hemberî hemû astengiyan sekinîn."

Şêniyan cenazeyê şehîdên sivîl li goristana taxa Enteriyê ya Qamişlo spartin axê."

ANHA

 


Mijarên Din