Cenazeyê fermandar Mehmûd li Girê Spî hate veşartin

Cenazeyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Girê Spî Mehmûd Cirin ê dema li ser karê xwe di teqîna mayînekê de şehîd bibû, ji aliyê sedan kesî ve li goristana Şehîd Mehmûd Tamê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî cenazeyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşê têkoşîna li dijî sûcên rêxistinî Mehmûd Şêx Mihemed "Mihemed Cirn" ê ku duh encama teqîneke mayîna berê ya çeteyên DAIŞ‘ê li bajar şehîd bibû, bi merasîmekê li goristana şehîdan spartin axê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Mûş sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Kawa Girê Spî jî axivî û got: "Em îro yek ji lehengên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Girê Spî oxir dikin. Şehîd Mehmûd ji destpêka şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ve bi rihekî fedayî dixebitî. Şoreşa me bi xwîna şehîdan destpê kir û bi xwîna wan fikr û felsefeya Rêbertî ya avakirina civakeke exlaq û polîtîk pêş dikeve."

Kawa Girê Spî soza şopandina rêya şehîdan dûbare kir.

Keça şehîd Mehmûd, Avesta Mehmûd jî axivî û got, cihê serferaziyê ye ku ez bibim keça şehîdekî ku azadiya gel pêk anî û koletî rakir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kurdistan Mihemed nasnaneya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd Mehmûd li goristana Şehîd Mehmûd Tamê bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

ANHA


Mijarên Din